Li Cizrîa Botan govenda azadiyê

  • 10:54 20 Gulan 2018
  • Ramyarî
ŞIRNEX - HDP'ê li cizîrê bivlibûna hezaran jinan buroya hilbijartinê ya jinan vekir.  Di merasîme vekirinê de Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca ya ku li gel dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" axivî wiha got: "Em li gel sekna we bejna xwe ditewînin. Ji ber ku hûn leheng in, we dîrok nivîsî û hûn mînaka herî xweşik a berxwedanê ne." 
 
Rêxistina Bajarê Şirnexê  a Partiya Demokratîk a Gelan (HPD) di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Cizîrê buroya hilbijartinê ya jinan vekir.  Di merasîma vekirinê ku hat kirin de parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca axivî û ev tişt got: "Em li gel sekna we bejna xwe ditewînin. Ji ber ku hûn leheng in, we dîrok nivîsî û hûn mînaka herî xweşik a berxwedanê ne." 
 
Parlamentera Amedê ya HDP'ê Feleknas Uca ji bi hezran kesên bê navber dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" re axivî. Felekê di destpêka axafitina xwe de kesên ku di serdema îlankirina xwerêvebrinê de di jêrzemînan de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn û got ku li gel vê coşa gelê cizîrê axaftin gelek zahmet e. 
 
'Pêşeroja me lehengên cizîrê dinivîsin'
 
Feleknas diyar kir ku pêşeroja wan lehengên cizîrê dinvisînin û wiha berdewam kir: "Sekna me pîorz be. Em ê li dijî komkujî talanê di 24'ê Hezîranê de li ser sendoqan bersiva wan bidin. Cizîrê di dîrokê de qet paş ve gav neavêtiye. Cizîrê bi lehengî û pêşengiya ku kiriye navê xwe li dîrokê nivîsî."
 
Buro ji aliyê dayikên pakrewanan ve hat vekirin
 
Piştî axaftina feleknasê Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û jinên ku zarokên wan di komkujiyên li Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan buro vekriin.
 
Piştî ku buro hat vekrin bi hezaran kesê li ber sitranên kurdî govend girêda û govend heta saetên derbeng bi coşeke mezin hat berdewamkirin.