Jinên Ermenî dibêjin HDP

  • 09:03 20 Gulan 2018
  • Ramyarî
STENBOL - Jinên Ermenî yên li Stenbolê dijîn diyar kirin ku ew ê di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de piştgiriyê bidin HDP'ê û namzetê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş.
 
Hilbijartinên 24’ê Hezîranê her diçe nêz dibe û ji aliyên cuda yên civakê ji bo HDP’ê û namzetê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş piştgirî didome. Piştî gelên Elewî, Çerkez û Hemşîn, ji Ermeniyan jî daxuyaniya piştgiriya ji bo HDP’ê hat dayin.
 
Sultan Mihçi ku li dibistanekê perwerdê dide zarokên Ermenî diyar kir ku ji bo wê wekhevî gelek girîng e û wiha pê de çû: “Ji ber vê dilê min li alî HDP’ê ye. Ji ber pirsgirêka Ermeniyan a perwerdê heye. Em dixwazin li dibistanên xwe bi pergala xwe perwerdê bidin zarokên xwe. Ez welatibûna wekhev dixwazim. Ev jî ancax bi HDP’ê dikare pêk bê.”
 
Sultanê bi lêv kir ku bila her kes ji bo HDP’ê dengênx we bikar bîne û divê xwedî li sindoqan derkeve.
 
‘Ji bo êş bi dawî bin HDP’
 
Sona Sadetyan jî got ew li  alî aştî û azadiyê ye û HDP jî di vê xetê de xebatan dimeşîne. Sona wiha pê de çû: “Ji ber vê ez piştgiriyê didim HDP û namzetê HDP’ê. Me wek ermeniyan gelek êş kişand. Ji bo ev êş bi dawî bin, di wê baweriyê de me ku wê HDP di meclîsê de bibe dengê me.
 
Gulîzar Laçîn jî daxuyakirin ku ew li dijî şer in û ev tişt anî ziman: “Em pişrgiriyê didin HDP’ê. HDP ji bo gelan gelek girîng e. Ez xwe di HDP’ê de dibînim. Çandên din jî dibînim. Ji ber vê dilê min li alî HDP’ê ye.”