HDP'yî li Silopiyayê bi gel re hatin ba hev

  • 14:10 19 Gulan 2018
  • Ramyarî
 
 
ŞIRNEX - Di çarçoveya xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê de Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca û heyeta bi wê re li Silopiyayê bi gel re hatin ba hev. Heyet ji aliyê gel ve bi çepik û tililiyan hat pêşwazîkin. 
 
Di çarçoveya xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê de Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Ûca û heyeta bi wê re li Silopiyayê bi gel re hatin ba hev. Heyet ji aliyê gel ve bi çepik û tililiyan hatin pêşwazîkin. Heyetê serdana bazirganan kir û qartên ku wêneyê namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selattin Demirtaş li ser bû hat belavkirin. Jin û zarokan jî eleqeyek mezin nîşanî heyeta HDP'ê dan.
 
Her wiha gelê Silopiyayê anî ziman ku ew ê di 24'ê Hezîranê de vîna xwe ya xurt nîşan bidin.