Fîlîz Kerestecîoglu ya HDP’î: Karekî mezin dikeve ser milên jinan

  • 09:11 18 Gulan 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Wekîla Seroka Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu  diyar kir ku ji bo ewlehiya sindoqan peywirek mezin dikeve ser milê jinan û got: “Partiya ku xwedî gotina xurt em in. Em di vê mijarê de bi îdiane û em talibê dengên jinan e.”
 
Wekîla Seroka Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu  derbarê atmosfera hilbijartin û ewlehiya hilbijartinê de axivî û tifaqên ‘Mîllet’ û ‘Cumhur’ nirxand û wiha got: “Tifaqek ji xwe bi salane destilatar e û em dibînin ku çi bi jinan kirine.Tifaqa din jî li ser pusulayê ye.”
 
Fîlîzê daxuyakirin ku tê xwestin HDP di bin bendê de bimîne û li dijî ku ‘bend bibin sifir’ û xîleyên hilbijartinê banga ‘hişyar bin’ kir. Fîlîz wiha pê de çû: “Em her çiqas bêjin em bendê dikin sifir jî divê em hişyar tev bigerin. Divê em rîska dizan jî bikin hesab. Me ev rewş di referandumê de dît.”
 
‘Jin wê peywira xwe bi cih bînin’
 
Fîlîzê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser peywira jinan û got peywirek mezin dikeve ser milê jinan û wiha bi lêv kir: “Di mijara ewlehiya sindoqan de karekî mezin dikeve ser milê jinan. Ji ber jin li her qadê zêdetir dibin berpirs û karê dikeve ser milê wan heta dawî dibin. Ez di wê baweriyê de me ku jin heta dawî wê xwedî li dengan derkevin û çi ji destên wan bê wê bikin. Divê jin teqez di mekanîznameyên biryarêde cih bigirin.”
 
‘Partiya ku xwedî gotina xurt em in’
 
Fîlîzê bal kişand ser danezana HDP’ê ya di 14’ê Gulanê de aşkera kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di 22’ê Gulanê de wê di daneza jinê de daxuyaniya me berfireh hebe. Ez ji bo van nabêjim soz, ji ber em dikarin van bi jinan re çê bikin.Em ne rizgarvanên kesî ne. Em jin bi hev re dikarin rizgar bibin. Belê em dibêjin, divê jin dengan bidin HDP’ê. Em partiya ku xwedî gotina herî xurt in. Em bi îdia ne û talibê dengên jinan e.”