Li Rihayê 55 kesî serî li bernamzetiya HDP'ê dan

  • 16:03 16 Gulan 2018
  • Ramyarî
RIHA - Li Rihayê 55 kesî ji hilbijartinên 24'ê Hezîranê serî li bernamzetiya HDP'ê dan. Endama PM'a HDP'ê Fatma Dogan got:"Tecrîda ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê kirin li ser hemû gelan tê pêkanîn."
 
Li Rihayê ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê jê 10 jin 55 kesan serî ji bo bernamzetiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dan. Rêxistina Bajêr a Rihayê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Eywana Dawetê ya Nobelê civîn li dar xist û bernamzetên xwe da nasîn. Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Nimetullah Erdogmuş, Endamên PM'ê û rêvebirên bajêr beşdarî civînê bûn. Li eywana civînê pankartên "Rêheval Demirtaş", " Ji bo li her derê em bikaribin bibêjin em bi hev re ne, em ê bi ser bikevin " hat aliqandin. 
 
Piştî rêzgirtinê di civînê de endama PM'ê Fatam Dogan axivî û diyar kir ku AKP-MHP'ê blokek faşîst ava kiriye û got wekî HDP'ê ji bo hilbijartinê em amade ne. 
 
Fatmayê bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got:"Ji sala 2015'an heta niha tecrîda giran li ser Abdullah Ocalan tê meşandin. Ev tecrîda hîn jî berdewam dike. Pêvajoya çareseriyê 2 sal û nîvan berdewam kir. Ji bo aştiyê derfetek hatibû avakirin. Lêr AKP'ê ev pêvajo rawestand û dest bi qirkirina çandî, pêkanîna tecrîda giran kir û zext hîn didome. Ev tecrîda ne tenê li ser Abdullah Ocalan li ser hemû gelan tê meşandin."
 
Piştî axaftina parlamenterê HDP'ê Nimetullah Erdogmuş bernamzet dawetî ser dikê hat kirin.