Jinên HDP'yî wê di 22'yê Gulanê de deklerasyona xwe ya hilbijartinê aşkera bike

  • 12:46 16 Gulan 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Meclisa Jinan ya HDP'ê wê di 22'yê Gulanê de namzedên xwe yên jin deklerasyona hilbijartinê ku amade kiriye aşkera bike.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di danezana xwe ya hilbijartinê ku aşker kir de diyar kir ku ew ê bi taybetî cih zêde bidin jinan û îtîfaka jinê û temsîliyeta wê derxist pêş. Meclisya Jinan a HDP'ê jî diyar kir ku ewê hem namzedên xwe yên jin û hem jî deklaerasyona ku ji bo hilbijartinê amade kirine di 22'yê Gulanê de aşkera bike.