Xebatên HDP'ê yên hilbijartinê didome

  • 15:07 15 Gulan 2018
  • Ramyarî
MÊRDÎN/ŞIRNEX - Xebatên HDP'ê yên ji bo hilbijartina pêşwext a 24'ê Hezîranê bê navber didome. HDP'ê li navçeya Artukluyê ya Mêrdînê buroya hilbijartinê vekir. Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş di vekirina buroyê de axivî û got:"Em ê hesabê bajarên ku hat hilweşandin û şewitandin bipirsin."
 
Li Hezexê jî HDP çû serdana bazirganan
 
Xebatên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên ji bo hilbijartina pêşwext a 24'ê Hezîranê bê navber didome. HDP'ê do li Nisebînê bi çoşa gel a mezin buroya hilbijartinê vekir îro jî  li navçeya Artukluyê ya Mêrdînê buroya hilbijartinê vekir. Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Mehmet Ali Adiyaman, nûnerên rêxistinên bajêr û navçeyan ên HDP û DBP'ê û gelek welatî bi çoşeke mezin beşdarî vekirina buroya hilbijartinê bûn.
 
Berî vekirina buroyê heyetê Bazara Sêşemê ya li bajêr ziyaret kir. Piştre buroya hilbijartinê bi tilliliyan û  çepikan hat vekirin.
 
'Namzetê me dîl tê girtin'
 
Meralê berê vekirinê axivî û got:"Tevî hemû zor û zehmetiyan em xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin. Hemû namzet xebatên hilbijartinê dikin lê namzetê me di zindana Edîrneyê de dîl tê girtin."
 
'Ji bo dengan bigirin ruşvetê digirin'
 
Meralê da zanîn ku îktidara heyî gel nafikire û got:"Îktidara heyî tu xizmetê ji gel re nakin. Tenê deng dixwaze. Ji bo deng bigirin jî ruşvetê dixwazin."
 
'Qayyim tayînî 93 şaredariyan kirin'
 
Meralê da zanîn ku Hevserokê Şaredariya Artukluyê yê ku dewsa wî qayyim hat tayinkirin hîn di girtîgehê de ye û got:"Bila ev yek neyê jibîrkirin bersiva herî xurt dê gel bide. Qayyim tayinî ser 93 şaredariyan kirin. Erdogan vîna gel nas nake."
 
'Em azadî, edalet û aştiyê dixwazin'
 
Meralê da zanîn ku ew azadî, edalet û aştiyê dixwazin û got:"Em ê hesabê bajarên ku hatin şewitandin û hilweşandin di 24'ê Hezîranê de bipirsin."
 
Piştî axaftinê buroya hilbijartinê ji aliyê dayikan hat vekirin. 
 
HDP û DBP piştre ji bo vekirina buroya jinê ya li Qoserê derketin ser rê. 
 
Li Hezexê gel eleqeyek mezin nîşanî HDP'ê da
 
Di çarçoveya xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê de Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca, debasî Hezexa Şirnaxê bû û bi HDP û DBP'yan hat gel hevdu û serdana bazirganan kirin. Gel heyeta HDP'ê bi eleqeyek mezin pêşwazî kir. 
 
Gelê Hezexê xwestin ku Selahattin Demirtaş bê berdan. Gel dirûşmên "Bijî HDP", "HDP gel e, gel li vira ye" berz kirin. Piştre heyeta HDP'ê wê biçin serdana malbatan û dawiyê derbasî Qilebanê bibe.