Huda Kaya: Serîrakirina li dijî zilmê erka mirovî ye

  • 13:41 15 Gulan 2018
  • Ramyarî
AMED - Hevberdevka DÎK’ê, parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya, êrîşên Israîlê yên li dijî Fîlîstê şermezar kirin û got: “Erdogan bûyaran îstîsmar dike. Ger ku ne wiha ye bila peymanên bi Îsraîlê re rawestîne û balyozxaneyên Îsraîlê  yên li Tirkiyeyê bigire.”
 
Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD)  êrîşa leşkerî ya Îsraîlê ku li dijî Fîlîstîniyên vekirina Balyozxaneya DYA'yê şermezar kirin û qetilkirina mirovan şermezar kir. DÎK’ê bi tevlîbûna Hevberdevka DÎK’ê, Parlamentara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Huda Kaya û endamên DÎK’ê li avahiya xwe ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî.  Huda di civînê de axivî û got: “Em êrîşên dewleta Îsraîlê yên li dijî gelê Fîlîstînê lanet dikin.”
  
Huda, anî ziman ku  AKP li dijî êrîşên dewleta Îsraîlê bêdeng e û wiha bilêv kir: “Erdogan di 28’ê Hezîrana 2016’an de ji ber Doza Marmarayê bi Netanyahu re li hev civiya. Bi Netanyahu re li hev kirin. Erdogan ev doz firot. Niha jî dewleta Israîlê şermezar dike. AKP dirûtiyê dike. Erdogan gel îstîsmar dike. Ger ku wiha ye bila peymanên xwe yên bi Israîlê re rawestîne û Balyozxaneyên Îsraîlê yên li Tirkiyeyê bigire. ” 
 
Huda, di dawiya axaftina xwe de, bang li sazî û dezgehên mafên mirovan kir ku di qada navneteweyî de Israîlê şermezar bikin.