Necla Kurul:Ne hewceye efendiyekî vî welatî hebe

  • 09:05 15 Gulan 2018
  • Ramyarî
Duygu Cînîvîz - Habîbe Eren
 
ENQERE - Akademîsyen Necla Kurul ku hatiye îxrackirin diyar kir ku di 24’ê Hezîranê de peywirek girîng li dijî benda patrîarkal, dikeve ser milê jinan û wiha got: “Tirkiye an wê ji aliyê mêran ve bê birêvebirin an jî wê hem bi awayekî wekhev ji aliyê jin û mêran ve bê bi rêvebirin.  Ev demek dirêje li Tirkiyeyê gelek kes mirin. Ne hewceye efendiyekî vî welatî hebe.”
 
Akademîsyen Prof.Dr. Necla Kurul ku bi KHK’ê hat îxrackirin, derbarê tifaqên di pêvajoya hilbijartinê de hatine avakirin, sekna jinan ali dijî van tifaqan û ewlehiya hilbijartinê de nirxandin kir.
Neclayê diyar kir ku tifaqa AKP- MHP’ê  ‘tifaqa cumhur’ û tifaqa ji aliyê CHP, Îyî Partî, Saadet û Demokratîk ‘Tifaqa Netew’, dixwazin HDP’ê di bin bendê de bihêlin û got Tirkiye ketiye pêvajoyek krîtîk û tevî ku dikarin gelek derfet derkeve, gelek pirsgirêk jî dikarin derkevin holê. Neclayê pêvajoya hilbijartinê bi gotinên ‘hebûn û tunebûn’ bi nav kir û wiha pê de çû: “Tifaqa AKP-MHP’ê ji bilî kesên ne ji wan her kesî cuda dibîne.  Li dijî vê ‘tifaqa demokrasî’ hatiye bicihkirin lê ev jî kêm û nehatiye temamkirinê ye. Ligel van her du tifaqan  HDP ya ku pêngavên girîng ji bo demokrasiya Tirkiyeyê diavêje heye. HDP fikrên herî nû yên siyaseta Tirkiyeyê dihewîne. Xwedî bernameyek dewlemend e.”
 
‘HDP bi gelên bindest re ket tifaqê’
 
Neclayê diyar kir ku HDP ne bi kesên serî re bi gelên bindest re ketiye tifaqê û got: “Sahneya me heye. Sahneya me bindestan heye. Em ji vê re dibêjin cemaweriya proleterya. Di vê cemaweriyê de  her kurd, her tirk, her elewî her musliman, her ciwan, kal pîr, jin hene. Di pêvajoya hilbijartinê de yek ji pirsigirêka girîng pirsgirêka bendê ye. Divê siyaseta Tirkiyeyê biryarekê bide.”
 
‘Divê tercîhek bê kirin’
 
Neclayê bi lêv kir ku Tirkiye yan wê ji aliyê mêran ve bê bi rêvebirin an jî wê bi awayekî wekhev ji aliyê jin û mêran ve bê bi rêvebirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi encama hilbijartinê re wê diyar bibe ku ciwan bibin xwedî gotin an na. Pêvajoya hebûn û tunebûnê ya em dibêjin ev e. Divê em di vê pêvajoyê de her cureyê bernameyê betlanê bidin aliyekî. Divê di pêvajoyê de tercihek bê kirin. Civak divê xwedî li îradeya xwe derkeve. Di 24’ê Hezîranê de bi bikaranîna dengan û parastina sindoqê her tişt naqede. Em ê şertên OHAL’ê piştguh bikin û li ser navê demokrasiyê siyasetê bikin. Em ê xwedî li sindoqên xwe derkevin.”
 
Neclayê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser hebûna jinan a di siyasetê de û got partiya siyasî ya ku herî zêde jin tê de tê dîtin HDP ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kêm be jî CHP HDP’ê dişopîne. Partî hewl didin polîtîkayên jinan biguherin. Ev 15 sale şîdeta li ser jinan zêde bûye. Bi rastî divê tedbîrên gelek radîkal bên girtin. Divê gelek derfetan bikin dewrê.”