HDP'ê danezana xwe ya hilbijartinê li Enqereyê aşkere kir

  • 11:42 14 Gulan 2018
  • Ramyarî
ENQERE - HDP'ê danezana xwe ya derbarê hilbijartina parlamenteriyê û serokkomariyê bi civîna li Enqereyê aşkere kir. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) danezana xwe ya derbarê hilbijartina parlamenteriyê û serokkomariyê bi civîna li Otela Hiltonê ya li Enqereyê aşkere kir. Li eywana ku civîn lê pêk tê pankartên "Wê bi te biguhere", "Wê bi jinan biguhere", "Wê bi ciwanan biguhere", Mirovekî baş Demirtaş", "Em li vir in em dikarin" û "Dengek ji Demirtaş dengek ji HDP'ê re" hat aliqandin. Hevserokên HDP'ê yên Giştî Pervîn Buldan û Sezaî Temelli û parlamenter beşdarî civînê bûn. 
 
Pêkhateyên HDP’ê Berdevka HDK’ê Gulîstan Koçyigît, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Musa Pîroglu, Hevseroka SYKP’ê Tulay Hatîmoglulari, Berdevka SKM û endamê MYK’a ESP’ê Beycan Taşkiran, Alîkara Hevserokên Giştî yên DBP’ê Hacer Ozdemîr, Hevserokên Partiya Siberoja Çep û Kesk Nacî Sonmez û Eylem Tuncaelî, Ji SODAP’ê Kezan Konukçu, endam û rêveberên EMEP, EHP, HTKP, Malên  Gel, Federasyona Meclîsên Sosyalîst, Partîzan, Kaldiraç, DSÎP, TOZ, ji partiyên kurd Serokê Giştî yê OSP’ê Sînan Çîftyurek, Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, ji akademisyen, rewşenbîr û nivîskaran Îsmaîl Beşîkçî, Fîkret Başkaya, Baskin Oran û Ayşen Uysal û gelek nav û navdarên din beşdarî civînê bûn. 
 
Bernamzetên HDP’ê yên wekîliyê jî beşdarî civînê bûn. 
 
Civîna aşkerekirina danezanê bi pêşandana sînevizyona ji dîmenên berê yên namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş pêk tên dest pê kir. Pişt re navê 11 wekîlên HDP’ê yên girtî û siyasetmedarên kurd ên girtî hat xwendin. Dema nav hatin xwendin dengê çepikan salonê hilweşand. 
 
Civîn bi xwendina danezan û daxuyaniya Pervin Buldan û  Sezai Temellî didome.