Jin di xebatên hilbijartinê de ne: Ji bo aştiyê HDP

  • 09:13 14 Gulan 2018
  • Ramyarî
STENBOL - Jinên di çarçoveya hilbijartinên 24’ê Hezîranê de ji bo HDP’ê xebatan dimeşînin ji bo pirsa ‘çima HDP’ bersiva ‘Ji bo aştî, demokrasiyê ji bo jin û zarok neyên qetilkirin HDP' dan.
 
HDP’ê starta xebatên hilbijartinê dan û jinên ji xebatên HDP’ê re pêşengiyê dikin bang li hemû aliyan kirin ku li dora HDP’ê bibin xelek.
 
Endama Partiya Şoreşger Cansu Kalender ku bernamzeta HDP’ê ye hilbijartin nirxand û bal kişand ser şerd û mercên niha û wiha got: “Em hilbijartinê rewa nabînin. Em vê jî wek lîstika nû ya li ser me tê lîstin dibînin. Lê em jinên ciwan wê li kolanan, qadan heta em derfet bibînin li her derê wê xebatan bimeşînin û her kesî vexwendiyê xebatan dikin. Ji bo bibin peywirdarên ser sindoqê  em hevdîtinan dikin. Ji ber em êdî nayên lîstikan. Vê carê em ê lîstikan xera bikin. Em ê hemû xera bikin. Dengê me ji HDP'ê re ye. Em ê dengê xwe bidin Selahattin Demirtaş. Li dijî zextan em ê şûnde gavê navêjin.”
 
Çima HDP?
 
Endama Partiya Şoreşger Eylul Gokçe jî bal kişand ser zextên li hemberî jinê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev pêvajoya hilbijartinê ji bo me pêvajoyek zehmet e. Em bi israr sedema xwe ya çima HDP’îne çima sosyalîzm û çima têkoşînê dimeşînin vedibêjin.” Eylulê bersiva ji bo çi HDP da û got ew ji bo aştî, demokrasî ji bo jin û zarok neyên qetilkirin dibêjin HDP û ji bo zîhniyeta serdest a mêr ji holê rabe dibêjin HDP’e.