Li Mêrdînê xebatên hilbijartinê tên astengkirin

  • 12:08 13 Gulan 2018
  • Ramyarî
MÊRDÎN – Hevserokê Rêxistina HDP'e yê Mêrdînê, diyar kir ku di xebatên hilbijartinê de rastî astengiyên keyfî tên û wiha got: "Dikan û qehwexaneyên ku me ji bo buroyê hilbijartinê kîrê kirine xwediyê wan rastî gefa betalkirina ruhsatê tên. " 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê, der barê astengiyên li pêş xebatên wan ên hilbijartina 24'ê Hezîranê civîna çapemeniyê pêk anî. Rêxistina HDP'ê civîn li avahiya xwe ya bajar pêk anî. Gelek kesên ku ji bo bernamzetiyê serlêdan kiribûn jî tev li daxuyaniyê bûn. Di civinê de Hevserokê Rêxistina HDP'e yê Mêrdînê Ali Sincar daxuyanî da. 
 
Alî sîncar diyar kir ku di xebatên hilbijartinê de rastî astengiyên keyfî tên û wiha got: "Dikan û qehwexaneyên ku me ji bo buroyê hilbijartinê kîrê kirine xwediyê wan rastî gefa betalkirina ruhsatê tên. Li navçeya Kerboranê xwediyê qehwexaneya ku me ji bo buroya hilbijartine kirê kiribû, rastî gefa ku ruhsata wî betal bikin hat. Li navçeya Stewrê jî dema em derdikevin xebatê em ji aliyê polîsên bi cop ve tên poşandin. Wali di 10'ê Gulanê de bi partiyên siyasî re li ser ewlehiya hilbijartinê civîn pêk ani. Lê dîsa xebatên me tên asteng kirin. Destûr nadin ku em û gel bên cem hev. Em bang li Walî dikin û dixwazin dest ji vê helwesta xwe berde."