Jinên HDP'î li Heskêfê starta hilbijartinê dan

  • 16:12 12 Gulan 2018
  • Ramyarî
ÊLIH - Endamên Meclîsa Jinê ya HDP'ê li Heskêfa ku dê di bin avê de bimîne starte hilbijartinê dan. 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê, li navçeya Heskîfê starta hilbijartinê da. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, bernamzetên HDP’ê, rêveber û endamên Meclîsa jinan alê HDP’ê kirin destên xwe û heya Girê Seyîr meşiyan. Jinan di meşe de dirûşmên “Jin jiyan azadî” berz kirin û li Girê Seyîr li ber erbanê guvend gerandin û starta hilbijartinê dan. 
 
Bediayê daxuyaniyek kurt da û got:"Ji bo em balê bikişîne ser dîrokê me li Heskêfê starta hilbijartinê da. Kelacana jinê encamên hilbijartinê diyar dike. Em li vir in û em li dijî îktidara ku dixwaze dîroka Kurda ya bi deh hezar salan winda bike, disekinin. AKP'ê di serî de êrîşî jinê û dawiyê êrîşî hemû civakê dike. Em bang dikin ku em ê li dijî van polîtîkayan bisekinin. Jiyana nû em ê jin ava bikin."
 
Piştre jin çûn serdana dikandaran û ji welatiyan xwestin roja hilbijartinê dengên xwe bidin namzetên parlamenter û serokkomariyê yên HDP’ê.