HDP'ê li Wanê buroya hilbijartinê ya yekem vekir: Divê Kurd li vîna xwe xwedî derkevin

  • 16:06 12 Gulan 2018
  • Ramyarî
WAN - Li navçeya Ertemêtana Wanê HDP'ê buroya yekem vekir. Jinên ku beşdarî vekirina buroyê bûn gotin:"Ji bo vê axê gelek ked û têkoşîna gelê Kurd heye. Tu îktidar êdî nikare gelê Kurd tune bihesibîne û îktidara xwe bidomîne. Em mafdar in, em li vir in. Em ê di 24'ê Hezîranê de jî hebûna xwe ji 70 milyonî re isbat bikin."
 
Li li Kuçeya Telbaşiyê ya Ertemêtana Wanê bi boneya xebatên 24'ê Hezîranê ji aliyê Rêxistina Bajêr a HDP'ê buroya hilbijartinê ya yekem hat vekirin. Parlamenterê Mêrdîn ê HDP'ê Ali Atalan, Hevserokên Bajêr ên HDP'ê Yadişen Karabulak, Umit Dede, Hevseroka Şaredariya Ertemêtanê ya berê ya ku qayyim tayînî bû û rêxistinên bajêr, Meclîsa Dayikên Aştiyê û navçeyan ên HDP û DBP'ê beşdarî vekirina buroyan bûn.  
 
Jin bi cilên xwe yên gelêrî beşdarî vekirina buroyê bûn. Parlamenterê Mêrdîn ê HDP'ê Ali Atalan axivî û got:"Ji bo avakirina demokrasiyê divê namzetê serokkomartiyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş bê berdan."
 
Piştre tevî tilili û jêkirina qurdeleya sor buro hat vekirin. Gelek kesên ku beşdarî vekirina buroya hilbijartinê bûn govend gerandin. Dayika Aştiyê Zero Kabak jî axivî û anî ziman ku divê tu Kurd dengên xwe nedin AKP'ê. 
 
'Divê gelê Kurd li vîna xwe xwedî derkevin'
 
Her wiha jina bi navê Feyroz Kipçak jî got:"Divê gelê Kurd li vîna xwe xwedî derkeve. Gelê Kurd gelekî bi rûmet e. Divê dengê ji bo kîsikek miqarna nefiroşin. Divê gelê Kurd bi lîstikên AKP'ê nexapin. Divê gelê Kurd li şeref û namûsa xwe xwedî derkevin."