HDP buroya yekem a hilbijartinê li Amedê vekir

  • 17:15 11 Gulan 2018
  • Ramyarî
AMED - Rêxistina Bajêr a Amedê ya HDP'ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de buroya xwe ya yekem li Baglarê ligel lîrandina jinan vekir. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xebatên xwe yên ji bo hilbijartina pêşwext bi lez didomînin. HDP'ê bi dirûşma "Dê bi te biguhere" li Kuçeya Şeyhşamil a navçeya Baglara Amedê buroya yekem a hilbijartinê vekir. Parlamenterê HDP'ê Ziya Pîr, Îmam Taşçier, Hevserokên Bajêr, Rêveberên bajar û navçeyan HDP-DBP, Dayikên Aştiyê, TJA, Endamên KCD'ê û gelek welatî beşdarî vekirina buroya hilbijartinê bûn. Tevî baranê jî bi def, zirne û bi lîrandina jinan buroya hilbijartinê hat vekirin. 
 
Hevserokê Bajêr ê HDP'ê Mehmet Şerif Camci axivî û got:"Dema ku gelê me her dengên ku di 24'ê Hezîranê de bi kar bînin divê Efrînê, Sûrê, Cizîrê ji bîr nekin. Divê em hemû bi hev re beşdarî xebatan bibin û li xebatên xwe xwedî derkevin."
 
Piştre parlamenterê HDP'ê Îmam Taşçier axivî û got:"Em ê bi vê hilbijartinê bersiva AKP'ê û MHP'ê bidin. Em ê hesabên girtiyên siyasî bipirsin û 24 saetan em ê bixebitin. "
 
Piştî axaftinan buroya hilbijartinê hat vekirin û vekirina buroya hilbijartinê bi govend û tilîliyan bi dawî bû.