Zubeyde Zumrut: Bi HADEP'ê têkoşîna jinê li cîhanê belav bû

  • 09:09 11 Gulan 2018
  • Ramyarî
Şehriban Aslan
 
AMED - Rêxistina jinên Kurd a ku îro bi milyonan e, ji salên 90'î heta niha di nava partiyên siyasî de mezintir û bi hêztir bû. Cara yekem di dema HADEP'ê de yekîneyên jinan hat avakirin. Zubeyde Zumrut a ku wê demê di nava xebatên jinan de cihê xwe digirt got:"Bi komiyonên ku me ava dikir me hewl dida ku em pirsgirêkên jinan çareser bikin. Bi xebatên xwe me têkoşîna Gelê Kurd û jinên Kurd di cîhanê de da bihîstin."
 
Tevgera siyasî ya Kurd a ku di sala 1990'an de bi Partiya Kedkaran a Gel (HEP) dest pê kir bi Partiya Demokratîk (DEP), Partiya Demokratîk a Gel (HADEP), Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP), Partiya Civakî ya Demokratîk (DTP), Partiya Demokrasiyê û Aştiyê (BDP) û herî dawî bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) rêya xwe didomîne. Partiya Demokratîk a Gel (HADEP) di 11'ê Gulana 1994'an de ji aliyê Murat Bozlak û hinek parlamenterên DEP'ê yên berê hat avakirin. Di sala 1995'an a hilbijartinên giştî yên parlamenteran de milyonek û 171 hezar û 623, di sala 1995'an a hilbijartinên giştî yên parlamenteran de 1999'an de milyonek û 482 hezar û 196 deng girt. Di hilbijartinên herêmî yên di sala 1999'an de serokatiya 37 şaredariyan qezenc kir. Di kongreya partiyê de ji ber ku alên PKK'ê û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû aliqandin Murat Bozlak û hinek rêveberên partiyê hatin girtin. 
 
Zextên ku di dema HADEP'ê de dihat kirin îro jî bê navber didome. Kesên ku qaşo dibêjin "Bila pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin" di her serdemê de ya partiyên ku Kurdan temsîl dike digirin an jî parlamenterên ku vîna gelê Kurd temsîl dikin dixin girtîgehan. Polîtîkayên ku di serdema HADEP'ê de parlamenter dixist girtîgehan îro di serdema HDP'ê de jî didomin. 
 
'Bê têkoşîna jinê têkoşîna civakê pêk nayê'
 
Endama PM'a HDP'ê Zubeyde Zumrut ku di serdema HADEP'ê de di nava xebatan de cihê xwe girtibû got:"Ji wê demê heta niha têkoşînek ku xwedî bingehek xurt e didome. Îro di warê têkoşîna jinê de em di astek bilind de ne. Heta ku em hatin vê astê gelek bedelên giran hat dayin. Me ji serdema HADEP'ê heta serdema HDP'ê her dem têkoşîna xwe bê navber wekî jin dewam kir. Çimkî bê têkoşîna jinê têkoşîna civakê pêk nayê. Me di bin banê partiyê de li gor şerd û mercên wê serdemê komisyonên jinan ava kir. Di bin banê komisyonên jinan de têkoşîna jinê jî mezin bû."
 
'Me bi deh hezaran komcivîna jinê pêk anî'
 
Zubeydeyê da zanîn ku bi komisyonên jinê têkoşîna ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan jî mezin bû û got:"Di wê serdemê de pirsgirêkên herî mezin yek jê pirsgirêkên ku jin pê rû bi rû dima bû. Me jî ji bo vê yekê komisyon ava kir. Me komisyon mezin kir û bi awayekî cidî me xebatên xwe meşand. Me piştre milên jinan ava kir û me komcivîna xwe li dar xist. Me bi deh hezaran jinan li Enqereyê komcivîna xwe li dar xist. Di encama vê têkoşînê de cîhanê fam kir ku pirsgirêkên mezin ên jinên Kurd hene."
 
'Jina Kurd her dem tirs di dilê îktidaran de ava kir'
 
Zubeydeyê wiha dewam kir:"Êrîşên ji serdema HADEP'ê heta niha ji bo şikandina îradeya gelê Kurd û jinên Kurd bû. Êrîşên heyî dîsa herî zêde li ser jinê dihat kirin. Pêşketina jinê di dilên îktidaran de tirsek dida avakirin. Lê dîsa jî jinê tu carî dev ji têkoşîna xwe berneda. Coş û hêza jinê ya mezin a îro ji serdema HADEP'ê heta niha her mezin bû û gihaşt roja îro. Perpirsiyariya herî mezin li ser milê jinan e. Ew hêza me heye ku em bikaribin li dijî pirsgirêkan bisekinin. Wekî jin di wê serdemê de me çawa ber xwe da em ê îro jî berxwe bidin."
 
'Çiqasî jî asteng derxin em ê serî netewînin'
 
Jinên ku me ji wan HADEP pirs kir wiha gotin:"Di dema ku HADEP hat avakirin zextên mezin hebûn lê li dijî vê yekê coşek û berxwedanek mezin jî hebû. Partiyên Kurd di nava şerd û mercên gelek giran de hat avakirin û heta vê astê hat. Hêza kesî têra partiyên Kurd û jinên Kurd nake. Çiqasî jî asteng derxin em ê serî netewînin."