Jinên Amedê:Divê em bersivê bidin kesên ku vîna me tune dihesibînin

  • 09:02 11 Gulan 2018
  • Ramyarî
AMED - Jinên Amedê diyar kirin ku parlamenterên wan di girtîgehan de ne û di bin OHAL’ê de diçin hilbijartinan û wiha gotin: "Reng û sekna jinê diyar e. Bila xwedî li dengên xwe derkevin."
 
Jinên Amedê destnîşan kirin ku biryara hilbijartina pêşwext bandor li ser wan nekiriye û got ji xwe diyar e ku ew dengê xwe didin kê û wê bersivê bidin kesên ku vîna wan tune dihesibîne û di nava dîwarên girtîgehan de dixwazin tune bikin. 
 
Hevseroka Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 2'yan a Amedê Fatma Budak Guler anî ziman ku biryara hilbijartina pêşwext îlana têkçûna polîtîkayên hikûmetê ye û wiha pê de çû: “Polîtîkayên şer û krîza aborî ya zêde bûye jî bandorek mezin li ser civakê kiriye. Gel êdî ne bi polîtîkayên şer ên hikûmet û ne jî bi gotinên ‘aborî pêş dikeve’ bawer dike. Bila AKP dest ji xapandinê berde. Mirov êdî her tiştî dizanin.”
 
‘Herî zêde jin ji OHAL’ê bi bandor bûn’
 
Fatmayê di berdewamiyê de got welat ji aliyê yek kesî ve bi şert û mercên OHAL’ê ve tê birêvebirin û destnîşan kir ku siberoj û hêviya vî welatî di destên jinan de ye û got divê jin xwedî li dengên xwe derkevin.
 
‘Divê em rûyê wan îfşa bikin’
 
Songul Kelekçîer jî da zanîn ku hilbijartina serdegirtinê lîstikek pergalê ye û ev tişt anî ziman: “Divê gelê me van lîstikên qirêj bibîne. Ji ber vê divê em jin rûyê rast yê pergalê îfşa bikin. Ez wek jinekê bêdeng namînin. Hûn jî bêdeng nemînin. Rastiyan biqîrin.”
 
‘Divê jin xwedî li sindoqan derkevin’
 
Xwendekara Sosyolojiyê ya Zanîngeha Dîcleyê, Dîcle Kaya jî derbarê hilbijartinê de nêrînên xwe vegot û bi lêv kir ku divê di 24’ê Hezîranê de seknek li alî demokrasiyê bê nîşandan û divê bi taybet jin xwedî li sindoqan derkevin.
 
Yuksel Boçkun jî girtina Selahattîn Demîrtaş bibîr xist û got niha namzete û di şert û mercên adîlane de hilbijartin pêk nayê û divê demildest îraya gel serbest bê berdan.