Li Wanê 101 kesî ji bo bernamzediyê serlêdan kir

  • 12:56 10 Gulan 2018
  • Ramyarî
WAN - Rêxistina bajarê Wanê ya HDP'ê serlêdanên 101 bernamzedan bi civîneke ku ji çapmeniyê re kir aşkera kir.
 
Rêxitina HDP'ê ya Bajarê Wanê navê kesên ku ji bo bernamezediya hilbijartina 24'ê Hezîranê serlêdan kirin bi civînekê ji çapemeniyê re aşkera kir.  Di civîna ku li avahiya HDP'ê ya Wanê hat kirin Hevserokên HDP'ê yên Bajarê Wanê  Umît Dede û Yadîşen  Karabulak û endamê  Komîsyona Kebûlkirina Serlêdanan Mahmut Duman tevli bûn. Di civînê de Umît axivî û spasyên xwe ji 101 kesên ku serlêdan kirin re pêşkêş kirin. 
 
Piştî axafitn Mahmut navê 101 kesên ku ji bo HDP'ê serlêdana bernamzediyê li Wanê kiri naşkera kir.