‘Mêrdîn wê pirrengiya xwe di 24’ê Nîsanê de nîşan bide’

  • 09:02 10 Gulan 2018
  • Ramyarî
 
 
MÊRDÎN - Pirrengiya Mêrdînê di serlêdanên bernamzetiyê de jî xwe da xuyakirin û jin li Mêrdînê bi rihê 7’ê Hezîranê amadekariyên hilbijartinê dike.
 
Li Mêrdînê ji bo bernamzetiya HDP’ê serlêdan tên kirin. Wê li Nisêbînê yek li Qoserê jî yek buroyên jinan ên ji bo hilbijartinê bê vekirin. Jinan da zanîn ku wê bi coş bixebitin û banga tevlîbûna xebatan li her kesî hat kirin.
 
‘Em ê bi rihê 7’ê Hezîranê xwe amade bikin’
 
Felek Fîdan ku yek ji rêveberên HDP’a navendê ye diyar kir ku wê Mêrdîn bi pirrengî û pir çandiya xwe di hilbijartinê de nîşan bide û wiha got: “Em bi rihê 7’ê Hezîranê xwe ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê amade dikin. Di serlêdanên bernamzetiyê de jî vê pirrengiyê xwe derxistiye holê. Ev jî qezenca paradîgmaya xîtapa HDP’ê ya ji bo hemû aliyan e. Di şertên OHAL’ê de û pêvajoya du mehan de hilbijartin li me ferzkirin û em ê bersiva xwe di 24’ê Hezîranê de bidin.”
 
‘Em ê bi tilîliyên xwe tevlî bibin’
 
Felekê bi lêv kir ku piştî buroyên hilbijartinê şûnde wê kolan bi kolan bigerin û xwe bigihînin gel û ev tişt anî ziman: “Em ê li Nisêbînê buroyek hilbijartinê ya jinan vekin. Ya din jî wê li Qoserê be. Em ê jin bi tilîlî, stran û dengên xwe tevlî xebatan bibin. Em bang li hemû gelê Mêrdînê dikin ku bi rihê piştevaniyê vê pêvajoyê derbas bikin.”
 
‘Em ê bi coş û bi rengên xwe li kolanan bin’
 
Hevseroka HDP’a Mêrdînê Eylem Amak jî bal kişand ser pirrengiya Mêrdînê û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ev jî ji bo me derfetek mezin e. Em yekane partiya ku hemû gelan tînin cem hev in. Ev profîla rengîn a Mêrdînê profîla HDP’ê ya rengîn nîşan dide. Em wek jin bi hemû hêz, tilîlî û coşa xwe tevlî hilbijartinê bibin. Em ê kolan bi kolan, derî bi derî bigerin û xwe bigihînin jinan.”