Ji HDP'ê piştgiriyek jî ji Malêngel hat

  • 11:43 9 Gulan 2018
  • Ramyarî
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Malêngel diyar kir ku ew ê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de piştgiriyê bidin HDP û namzedê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê tê girtin.
 
Malêngel diyar kir ku ew ê di hilbijartinên 24'ê hezîranê de piştgiriyê bidin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û namzedê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş ê ku li girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê girtî ye.  Malên gel di daxuyaniya xwe de aşkera kir ku ji bo Erdogan têk biçe divê HDP bendava hilbijartinê derbas bike.
 
Hevserokên Malêngel Dîlşat Aktaş  û Nurî Guney ku derbarê mijarê de daxuyanî dan û wiha gotin: "Çareseriya ji bo çûna Erdogan çareserî çepgir in.  Em ê heta 24'ê hezîranê li li kolanan bin û riyyê qirêj ê îktîdarê teşîr bikin."
 
Rêvebirên Malêngel bal kişandin ser berpirsiyariya rêvebirên HDP û CHP'ê jî û wiha gotin: "Pirsgirêk ne tenê serkeftina li ser sendoqan e.  Pirgirêk parastina îradeya gel a demokratîk e."