Bernameya hilbijartina HDP’ê diyar bû

  • 09:05 8 Gulan 2018
  • Ramyarî
ENQERE - HDP’ê bernamerya xwe ya kampanyaya hilbijartina di 24’ê Hezîranê de pêk tê diyar kir.
 
Piştî aşkerakirina biryara hilbijartina pêşwext, ya di 24’ê Hezîranê de wê pêk bê starta xebatan jî hat dayîn. HDP’ê jî jî bernameya hilbijartinê ya diyar kiriye di 13’ê Gulanê de roja yekşemê bi aşkerakirina Danezana Hilbijartinê ya Namzetiya Serokomariyê lez bike.
 
Bernameya kampanyaya hilbijartinê ya HDP’ê wiha ye:
 
1 –Serlêdana Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) di 21’ê Gulanê de wê pêk bê. Berdewamiyê de;
 
a-Civîna nasandina namzetên jin li Enqereyê, ragîhandina Danezana Hilbijartinê ya Jinan. 
 
b-  Civîna tevlihev a namzetan.
 
2-Di navbera 15’ê Gulan û 14’ê Hezîranê de di meha Remezanê de wê xebatên kampanyaya hilbijartinê bên meşandin. Di vê çarçoveyê de mîtîngên hilbijartinê û vekirina buroyan, serdana esnafan, serdana bazarên taxê, bernameyên fitarê yên rûyê erdê, serdanên parq, kahwe û malan.
 
3-Di pêvajoya meha Remezanê de serdanên girseyî yên goristanan, yên malbatan û bi gel re pîrozkirina cejnê.
 
4-Di serî de li Amed, Êlih, Wan, Stenbol, Îzmîr, Mersîn û hemû bajaran wê buroyên hilbijartinê yên jinan bên vekirin.
 
5-Li navend û navçeyan vekirina standan.
 
Ji bo kampanyaya ‘ji bo 200 hezar sindoqî 200 hezar jin’ bang
 
Endama HDP MYK’ê Bedîsa Akkaya derbarê pêvajoya hilbijartinê de axivî û diyar kir ku wan wek Meclîsa Jinan a HDP’ê derbarê hilbijartinê de kampanyaya ‘200 hezar sindoq, 200 hezar jin’ dane destpêkirin. Bedîayê bang li hemû jinan kir ku xwedî li kampanyayê derkevin.