Selma Gurkan: Em ê bêhêvitiyê bi hêza xwe bişkînin

  • 09:08 7 Gulan 2018
  • Ramyarî
STENBOL - Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan derbarê hilbijartinên 24’ê Hezîranê de axivî û got divê aliyên çep, sosyalîst û demokrat ji rewşa ‘em çi bikin jî em ê winda bikin’ derkevin û got: “Divê ev pêşdaraz bê şikandin. Ev bêhêvitiyê diafirîne. Em vê bêhêvîtiyê bi hêza xwe ya xweser dikarin bişkînin.”
 
Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan  bi lêv kir ku ew di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de piştgiriyê didin HDP’ê û got di şertên zextxwir de diçin hilbijartinê û got: “Operasyonên binçavkirin û girtinê didomin. Ji bo pêşî li siyasetê bê girtin ev tên kirin. Di OHAL’ê de çûyîna hilbijartinê di alî demokrasiyê de rewabûna wê tuneye.”
 
‘Vekişandina Abdullah Gul krîza siyasî ye’
 
Selmayê di berdewamiyê de daxuyakirin ku hemû derfetên dewletê di bin bikaranîna desthilatdariyê de ye û ev tişt anî ziman: “Muxalefet tu derfetî nikare bi kar bîne. Desthilatdarî darazê, çapemeniyê ji bo xwe bi kar tîne. Pêşiya namzetiya Abdullah Gul hat girtin. Gelo ev dikare çawa bê vegotin? Beramberê vê darbe ye. Di van şerd û mercan de em hilbijartinê nîqaş dikin.”
 
‘Divê di krîterên demokratîk de bên cem hev’ 
 
Selmayê tifaqên hilbijartinê nirxand û got hêzên aştî û demokrasiyê daxwaz kirin ku tifaqa demokratîk namzetekî hevpar biçe hilbijartinê lê ev pêk nehat û got: “ Tişta divê ev enî bike; hewcedariya vî welatî bi çi heye? Divê ev bê nîqaşkirin. Divê di krîterên demokratîk de bên cem hev. Hilbijartinên parlamenteriyê bi qasî hilbijartinên serokomariyê girîng in. Ji ber ya ku pergala serokatiyê vala derxîne parlamento ye. Di vî alî de ji HDP’ê dûr ketin, ne çareserî ye, berovajî vê pirsgirêk e.  Partiyên muxalefetê HDP tevlî tifaqekê nekirin. Lê bêyî HDP’ê tifaq nabe.” 
 
Selmayê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser namzetiya Selahattîn Demîrtaş yê di girtîgehê de ye û got ev namzetî hêviya welat e û got: “Divê ev pêşdaraz bê şikandin. Ev bêhêvitiyê diafirîne. Em vê bêhêvîtiyê bi hêza xwe ya xweser dikarin bişkînin.”