‘Gelê Kurd wê di 24’ê Hezîranê de bersivê bide tecrîda Îmraliyê’

  • 09:05 7 Gulan 2018
  • Ramyarî
MÊRDÎN - Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Saadet Becerîklî diyar kir ku wê gelê kurd di 24'ê Hezîranê de biçe ser sindoqan û bersivê bide tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got wê bersiva herî mezin a gelê kurd  li dijî hilbijartina serdegirtinê ev be.
 
Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Saadet Becerîklî  hilbijartina ku di bin OHAL’ê de wê pêk bê nirxand û diyar kir ku gelê kurd wê di 24’ê Hezîranê de herî zêde li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan biçe ser sindoqan.
 
‘Gelê kurd ji referanduma 16’ê Nîsanê de amade ye’
 
Saadetê diyar kir ku  biryara hilbijartinê tengezariya hikûmetê nîşan dide, an jî wê di hawirek wisa ku aborî têk çûye, tevliheviya siyasî, civakî û aborî heye biryara hilbijartinê nedihat girtin. Saadetê ev tişt anî ziman: “Ev biryar di heman demê de nîşan dide ku hikûmet nikare Tirkiyeyê bi rêve bibe. Bi vê biryarê hat plankirin ku bi carekê de bi ser gelê kurd de bigirin. Lê gelê kurd ji referanduma 16’ê Nîsanêde amade ye.”
 
Saadetê daxuyakirin ku tevî hemû polîtîkayên tirsandin û zextan gelê kurd şûnde gav navêtiye û got tifaqa AKP,MHP’ê ji bo gelan fêdeyê nayne.
 
Gelê Kurd wê dawî li tecrîdê bîne
 
Saadetê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser rejîma heyî û got ev rejîm berhema zîhniyeta yekparêz e û wiha got: “Ev rejîm ji aştiyê ditirse.  Sedema tecrîda li ser Ocalan eve ku riya aştiyê venebe. Wê gelê kurd di 24 Hezîranê de biçe ser sindoqan û bersivê bide tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan. Wê bersiva herî mezin a gelê kurd ya li dijî hilbijartina serdegirtinê ev be.”