Meral Daniş Beştaş: Em ê berdewamiya 7 Hezîranê 24 Hezîranê bi dawî bikîn

  • 09:02 7 Gulan 2018
  • Ramyarî
Zeynep Durgut
 
WAN - 24'ê Hezîranê gelên Tirkiyeyê wê hilbijartineke nû bikin. Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş der barê pêvajoya hilbijartinê û astengiyên hikûmetê de axivi. 
 
Gelên Tirkiyeyê îsal wê di 24 Hezîranê de biçin ser sindoqan. Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş derbarê hilbijartina ku wê  pêk bê de nirxandin kir û got ku ew ê berdewamiya 7 hezîranê di 24 hezîranê de bi dawî bikin. 
 
‘AKP ji hemû aliyan ve têk diçe’
 
Meralê di  axiftina xwe de bal kişand rewşa hilbijartinê ya di dema OHAL’ê de  û got ku êrîşên AKP'ê ji ber kêmbûna dengên wê ne û  wiha axivi; "Hikûmeta AKP bi OHAL’ê hemû qadnên civakî dagir kirine. Em dikarîn bibêjîn ku hikûmet  OHAL’ê  wekî amûrê zordestiyê bikar tîne. Serokkomar dibêje ku OHAL azadiya civakê binpê nake. Lê ev gotin ji derveyi rastiya ne. Niha kurd, tirk,elewî, sûryanî jin, zarok karker û gundî herkes di hedefa îktîdarêde ye. Kesên ku ji AKP û MHP’ê  nebûn gelek zirar û zordestî dîtin. Îktîdara AKP hem di aliyê aborî hem jî di aliyê politikayên neteweyî de têk diçe. Ji ber vê yekê hikûmetê bi lez û bez li gel MHP'ê hilbijartin da pêşiya me.Ev hilbijartin hilbijartineke ji tirsa ye. Ji ber ku êdî AKP nikar welat bi rêve bibe ye. Niha bi hezaran mirov di girtîgehan de ne. Li her bajarekî girtîgehên nû tên çêkirin û di girtîgehan de îşkenceya giran li girtiyan tê kirin. Her roj ji girtîgehan ji me re bi dehan name tên, derbarê îşkenceya  tê kirin de. Roj bi roj dengên AKP'ê kêm dibin û ew jî vê baş dizanin û ji ber vê êrîşî civakê dikin. Bêgûman  xebatên hilbijartine wekhev û demokratik  nayên kirin. Hilbijartinek di bin siya OHAL'ê de dijdemokratîk e.”
 
'Wê di 24'ê hezîranê de serdema AKP'ê bi dawî bibe’
 
Meralê di berdewamiya axiftina xwe de  bi lêv kir ku li hemberî êrîşên hikumetê sebra gelê Tirkiyeyê nemaye û wiha domand:”Ji bo ku dawiya zordestî û desthilatdariya îktîdarê bê, pêdivî bi hilbijartinê hebû. Ji ber vê yekê  gelên Tirkiyeyê  biryara hilbijartinê bi kêfxweşiyeke mezin pêşwazî kirin. Bernameya me ya gêra herêman ji aliyê gel ve bi kelecaneke mezin hatiye pêşwazîkirin. Nêrînên gel yên li hemberî hilbijartinê erenî ne û gel dixwaze di 24'ê hezîranê de ji îktîdara AKP'ê rizgar bibe. Di vê pêvajoya hilbijartinê de parlementerên me, hevşaredarên me û xebatkarên me di girtîgehan de tên girtin. Lê li hemberî hemû bêmafiyê em hene, Em ê bersiveke tund bidin wan. HDP  ne partiyeke tasfiyekirinê ye. Em bi tu awayî gavekê pêşve navêjîn. Em ê bi hev re ji AKP-MHP’ê rizgar bibîn. Em ne tenê li gel rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan dixebitîn em li gel  gelê xwe û di  nav gel de siyasetê didîn meşandin. Ji bo me di her pêvajoyan de her tim gel pêşeng e. Wê 24'ê hezîranê bibe destpêka rizgarbûna ji AKP’ê.”
 
‘Tirsa Erdogan ya herî mezin HDP ye’
 
Meral’ê diyar kir ku tirsa Erdogan a herî mezin HDP ye û got ku hêza Erdogan têra qedandina  HDP'ê nake û wiha pê de çû;”Desthilatdariya AKP'ê xwast ku bi girtina Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag re HDP biqede. Girtina Hevserokê me armanckirina qedanadina HDP bû. Lê hikumetê ji dît ku ew  çiqas bi ser HDP de biçe HDP bêhtir bi hêz dibe û ji ber vê har û dîn bû. Ji ber ku AKP ji teşîrkirina rastiyan û siyaseta me ditirse û hemû sozên ku didin gel derew in. AKP ferman dide rêvebirên xwe û dibêje êrîşî HDP bikin. Bi van gotinan dawiya xwe tîne. Ew nikarin êdî hebûna xwe bidin berdewamkirin. Ji ber ku gel her tiştekî fam dike. Em ê berdewamiya 7 Hezîranê di 24 Hezîranê bi dawî bikîn.”