Pervîn Buldan: Em ê bi tifaqa jinan pêşerojê bi hev re ava bikin

  • 10:57 6 Gulan 2018
  • Ramyarî
Şehriban Aslan
 
AMED - Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku tifaqa herî watedar a li Tirkiyeyê tifaqa jinan e û wiha banga ‘24’ê Hezîranê li jinan kir: "Werin em pêşeroja jinan bi hev re ava bikin. Em li dijî vê pergal û rejîma yek mêrî, piraniyê biparêzin û tevlî pêvajoyê bibin."
 
Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan hilbijartinên 24’ê Hezîranê, tifaqa AKP-MHP û tifaqa CHP-ÎYÎP-SP-DP’ê nirxand.  Pervînê balkişand ser tifaqa jinan a  ku di xeta ‘eniya jinan a demokratîk de’ hedef dikin û diyar kir ku di vê pêvajoyê de her kes tifaqê ava dike lê ya herî watedar tifaqa jinan e.
 
Pervînê destnîşan kir ku hemû jinên li Tirkiyeyê dijîn ji ber zîhniyeta AKP’ê pirsgirêkên mezin djîn û ne tenê jinên kurd hemû jinên Tirkiyeyê pêvajoya înkar û îmhayê dijîn.  Pervînê ev tişt bi lêv kir: “Di pêvajoya 16 salî de herî zêde li Tirkiyeyê jin mexdur bûn. Ji polîtîkayên şer bigirin heta krîza aborî, krîzên civakî, jinan li dijî her cureyê pirsgirêkan têkoşîn daye. Têkoşîna jinan bi salane didome lê niha AKP dixwaze vê bide sekinandin.”
 
‘24’ê Hezîranê ji bo jinan derfet e’
 
Pervînê bi lêv kir ku di vê pêvajoyê de  her kes di alî xwe de tifaqê ava dike û got der barê tifaqa jinan de jî banga wan heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Tirkiyeyê tifaqa herî watedar tifaqa jinan e. Em bang li hemû jinên Tirkiyeyê dikin ku di vê tifaqê de cih bigirin. Em ê vê tifaqê di bin sîwana HDP’ê de pêk bînin. 24’ê Hezîranê jî dikare bibe wesîleya vê.  Ev ji bo jinên Tirkiyeyê derfet û ezmûnek e.”
 
‘Werin em pêşerojê bi hev re ava bikin’
 
Pervînê diyar kir ku sedema jin HDP’ê tercih bike heye û got HDP’ê heta niha ji bo jinan avên şênber avêtine û  got: “Jinên HDP’yî her tim di eniya pêş de cih girtine. Di têkoşîna jinêde serkeftinên mezin hatine bidestxistin.  Sozên HDP’ê ji bo jinan hene. ji bo ev soz jî pêk bên divê jin bibin namzet. Ji bo serlêdanê 2-3 rojên me hene. Em beyî newekheviyê bikin, bang li hemû jinan dikin; HDP partiya we ye, partiya me ye. Werin em bi hev re pêşerojê ava bikin.”