Jinên siyasetmedar: Em ê dengê xwe bidin azadiya jinê

  • 11:17 5 Gulan 2018
  • Ramyarî
STENBOL - HDP a ku li dijî hişmendiya baviksalarî azadiya jinê temsîl dike namzetê xwe yê serokkomariyê wekî Selahattin Demirtaş diyar kirin. Jinan anîn ziman ku ew piştgiriyê didin Selahattin Demirtaş û bang li hemû jinan kirin ku di xebatên ji bo hilbijartinê de cihê xwe bigirin. 
 
Selahattin Demirtaş ê ku di Girtîgeha Edirneyê de ye ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê hat nîşandan. Piştî daxuyaniyê vê mijarê di rojeva Tirkiyeyê de cihekî berfireh girt. Jinan jî anîn ziman ku ew piştgiriyê didin Selahattin Demirtaş. 
 
Hevberdevka Partiya Keskan û Siberoja Çepan Eylem Tuncaelli anî ziman ku tenê Selahattin Demirtaş ew namzete ku pirsgirêkên gel çareser bike û got:"Selahattin Demirtaş dê hêvî, hêz û dengê gel bikaribe hilgire." 
 
Dîlan: Em ê bi hev re bi ser bikevin
 
Parlamentera HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemîr jî anî ziman ku Namzetê me dê hêza ku tenê li dora yekî kom bûye bişikîne û got:"Têkoşîna me têkşîna demokrasiyê ye. Em dizanin ku dê jin û gel bibin yek. Em ê bi hev re bi ser bikevin."
 
Îlknûr:Di pêvajoyek ku qeyran kûrbûye de wê hilbijartin pêk were
 
Endama PM'a HDP'ê Îlknûr Birol jî wiha got:"Her daxwaza demokrasiyê li Tirkiyeyê tê astengkirin û em ê di vê rewşê de 24'ê Hezîranê pêşwazî bikin. Kesên ku di 3'ê Nîsanê de gotin 'Kesên ku hilbijartina pêşwext bixwazin xaîn in" piştî hefteyek derbas bû wan daxwaza hilbijartina pêşwext kirin. Tu fêdeya tifaqa AKP û MHP'ê li vî gelî nayê."
 
Her wiha Îlknûrê anî ziman ku divê her jin li dora Selahattin Demirtaş werin ba hev û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Li dijî tifaqên ku di nava panîkê de ne em ê piştgiriyê bidin Selahattin Demirtaş. Em bang li hemû jinan dikin ku piştgiriyê bidin Selahattin Demirtaş."