Ji jinan banga tifaqê:Li dijî tifaqa AKP-MHP’ê tifaqa gelan

  • 09:03 5 Gulan 2018
  • Ramyarî
Gulîstan Azak
 
AMED - Jinên Amedê diyar kirin ku li dijî tifaqa AKP-MHP’ê , divê tifaqa gelan bê avakirin û banga xwedîderketina li sindoqan kirin.
 
Piştî biryara hilbijartina ji aliyê tifaqa AKP û MHP’ê ve hatiye girtin şûnde li Kurdistanê li gelek bajaran bername û çalakî hatin qedexekirin. Jinên Amedê da zanîn ku ji bo xebatên HDP’ê bên astengkirin ev qedexe hatine kirin û got divê li dijî tifaqa AKP-MHP’ê, tifaqa gelan bê avakirin.
 
‘Divê kedkar xwedî li sindoqan derkevin’
 
Hulya Alokmen da zanîn ku AKP destkeftiyên gelan û kedkaran binpê dike û hebûna xwe didomîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê bi taybet kedkar li ser sindoqan peywira xwe bikin.  AKP’ê li dijî saziyên ku bi KHK’ê girt, çapemeniya xwe bi kar anî. Ez bang li jinan dikim. Di hilbijartinan de wê gelên Tirkiye û Kurdistanê bi ser bikevin. Werin em di vê hilbijartinê de bibin yek deng. Em tifaqa xwe li dijî tifaqa AKP-MHP’ê ava bikin.”
 
‘Hilbijartin di şertên adîlane de pêk nayê’
 
Hulya Işik jî daxuyakirin ku di pêvajoya ku siyasetmedar girtîne de, ev hilbijartin ne adîl û rewa ye û ev tişt anî ziman: “Divê hevserok û hevşaredarên HDP’ê demildest bên berdan. Divê ev aloziya di pergala perwerdeyê û qeyrana aborî demildest bê çareserkirin. Pirsgirêk bûye girêka pirsgirêkan. Lê kes pê re eleqeder nabe. Dibêjin wê hilbijartin pêk bê.”
 
Endama EMEP’ê Çagla Yolaşan bertekên xwe wiha anî ziman: “Bi rejîma OHAL’ê re hemû mafên kedkaran ji dest hatin girtin. Em wek partiya EMEP’ê wê li dijî rejîma zextxwir têkoşîna xwe bidomînin. Li dijî binpêkirina kedê, wek pêkhateya HDP’ê li ser navê partiya xwe xwedî li dengên xwe derkevin.”
 
Ayşe Duran jî operasyonên siyasî yên berdewam dikin bibîr xist û got wê li dijî zilmê bi wijdanên xwe biçin ser sindoqan û got wê têkoşîna xwe berdewam bikin.