Partiyên kurd ji bo tifaqê serdana HDP'ê kirin

  • 14:03 4 Gulan 2018
  • Ramyarî
AMED - Partiyên siyasî yên kurd PSK, PAK, KDP, PDK- T û Tevgera Aazadî, ji bo tifaqa hilbijartinê çûn serdana HDP'ê. Di hevdîtinê de Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan axivî. Pervîn  got ku  ew vê hevdtîna ku di pêvajoyeke ku wê çarenûsa kurd diyar bibe de hat kirin gelek girîng û gaveke erênî dibînin.  
 
Heyeteke ku ji serokên Partiyên Kurdistanî  tevgera  Azadî, Partiya Azadiya Kurdistan (PAK), Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK), Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyeyê (PDK-T), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) pêk tên ku li dijî tifaqa AKP-MHP'ê tifaqeke Kurdistanî avakiribûn serdana HDP'ê kirin. 
 
Di serdana ku li avahiya HDP'ê ya Amdedê hat kirin de, heyet ji aliyê Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan, Hevserokê  Koncreya Civakên Kurdistan (KCD) Berdan Ozturk,  Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku li şûna wî qeyûm hat tayînkirin Ahmet Turk  û parlamenterên HDP'ê  Îmam Taşçier, Nîhat Akdogan û rêveberên partiyê ve hat pêşwazîkirin.
 
'Ji bo yekitiya kurdan gaveke girîng e'
 
Pişt re Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan axivî û ev tişt got: “Em gelek kêfxweş in ku 5 partiyên Kurdistanî ji bo tifaqa hilbijartinê hatin serdana me. Ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê avakirina tifaqek Kurdîstanî ji bo siberoja Kurdan gelek grîng û watedar e. Heyetê daxwazên xwe radestî me kirin. Ev daxwaz daxwazên ku HDP qebûl dike û yên hevpar ên gelê Kurd in. Elbet ev daxwaz tên qebûlkirin û ji bo siberoja gelê Kurd eleqedar dikin, em girîngiyê didin van daxwazan. Em ê di demek kin de bersiva van daxwazan bidin. Ji bo ev tifaq hin bêtir mezin bibe, ji bo Kurdan watedar e. Em ê van hevdîtinên xwe bi vî rengî di serdema pêşiya xwe de jî dewam bikin. Ji bo ev tifaq hin bêtir berfireh bibe, çi hewldan ji destê me bê em ê bikin. Em ê berpirsyariyê xwe bicih bînin.” 
 
Piştî hevdîtinê hat aşkerakirin ku wê Pervîn Buldan û heyeta pê re biçin serdana Partiya Maf û Azadiyê  (HAK- PAR) ziyaret bikin.