KCD: Divê kurd jî tifaqa xwe ava bikin

  • 15:39 3 Gulan 2018
  • Ramyarî
AMED - KCD'ê bal kişand ser tifaqên ku ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê ya pêşwext tên kirin û wiha got: "Li dijî tifaqên ku tên kirin bila kurd jî tifaqa xwe ava bikin."
 
Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) derbarê tifaqên ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê ya pêşwext de li avahiya xwe civîna çapemeniyê kir. Daxuyanî ji Aliyê Hevserokê KCD'ê Bedran Ozturk ve hat xwendin. Berdan bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî ya kurdan.
 
'Bi salan e zilmeke mezin tê kirin'
 
Bedran diyar kir ku zilm û zordestiya li ser gelê kurd her ku diçe zêde dibe û berdewam dike.  Bedran di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Careke din dîsa di hilbijartinê de îradeya kurdan tune tê hesibandin. Em dikarin vê ji tifaqên ku tên kirin jî bibînin. HDP ya ku kurdan temsîl dike ji aliyê kesên tifaqan çêdikin ve nayê dîtin. Di vê rewşê de divê ku kurd jî tifaqa xwe ava bikin, lê ev nayê maneya ku wê kurd jî wek wan nijadperestiyê bikin. Kurd tenê mafên xwe û azadiya xwe dixwazin." 
 
Berdan bal kişand ser partiyên Kurdistanî ku derbarê tifaqê de daxuyaniya didin û got ku kurd bi salan e di çarçoveya yekitiyê de xebatê didin meşandin. Bedran anî ziman ku di serdemeke wiha de yektî bêhetir girîng e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em hêvîdarin ku hemû kurd bi vê kelecanê rabin û tevbigerin. Bila li dijî tifaqên tên kirin ya kurdan jî hebe."