Dîlan Dîrayet: Em ê sîstema hevserokatiya serokwezîrtiyê bi têkoşîna jinê pêk bînin

  • 14:37 3 Gulan 2018
  • Ramyarî
 
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku jinê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de li ba hev bin û bi ser bikevin û got:"Dê nêviyê parlamenterên me jin bin. Piştî ku namzetê me yê serokwezîrtiyê bi ser bikeve em ê di salên pêş de bi têkoşîna jinê sîstema hevserokatiyê ava bikin."
 
Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) Dîlan Dîrayet Taşdemîr derbarê hilbijartina pêşwext a 24'ê Hezîranê de li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Dîlanê anî ziman ku ew bi kelecana tifaqa jinê amadekariyên 24'ê Hezîranê dikin û got:"Em ê di 24'ê Hezîranê de li dijî polîtîkayên zilmê ya tifaqa AKP-MHP'ê hesap bipirsin."
 
'Ev ne zagon xapandin e'
 
Dîlanê anî ziman ku ji aliyê YSK'ê ve hinek guhertin çê bûn û got:"Em armanca wan baş dizanin. Ev ne zagon e, ev xapandin e."
 
'Em ne wek hev in'
 
Dîlanê anî ziman ku faşîzma ku dijminê jinê ye tê xwestin di nav sazîbûnê de jinê biçewisîne û got:"Em polîtîkayên AKP'ê yên jinê yên 15 salan baş dizanin. Armanca wan ew e jinê hepsî malê bikin. Lê em ê di Hezîranê de vê yekê biguherin."
 
'Em têkoşîna azadiyê didin'
 
Dîrayetê wiha domand:"Bi têkoşîna jinê 7'ê Hezîranê bi awayekî serfirazî bi encam bû. Em wekî jin têkoşîna azadiyê didin. Ev mijarek gelek girîng e."
 
'Dema ku em biçin ser sindoqan em jinên ku serî hildan ji bîr nakin'
 
Dîlanê anî ziman ku zilm û êrîş zêde dibin lê jinê tevî vê êrîş û zilmê jî sindoqan biparêzin û got:"Dema ku em biçin ser sindoqê em Fîgenê, Gultanê, Sebahatê ji bîr nakin. Em dema ku biçin ser sindoqan em Dayika Taybet a ku li dijî polîtîqayên şer berxwe da loma cenazeyê wê 7 rojan li erdê ma, ji bîr nakin. Em Dayika Sîsê ya 85 salî û di girtîgehê de ye ji bîr nakin."