Heyeta HDP'ê li Cizîrê ye : Em ê hesabê tiştê hat kirin bipirsin

  • 14:42 30 Nîsan 2018
  • Ramyarî
ŞIRNEX - Heyeta HDP'Ê KU LI Cîzîrê bi gel re hat gel hev, Diyar kir ku li vê derê sûcê mirovahiyê hatiye kirin û got, "Tu lêpirsîn nehatiye vekirin. Em mê hesabê êşên ku li vêderê hatin jiyîn bipirsin."
 
Heyeta Partiya Demokratîk a Gelan ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana xwe ya li Botanê berdewam dike îro piştî ku serdana Sîlopiyê  çû cizîrê.  Heyeta ku li kestina navçeyê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin, Hevseroka HDP'ê Sezaî Telmellî, Cîgira Hevserokên HDP'ê Fatma Kurtulan, Hakki Saruhan Oruç, Zubeyde Zumrut, parlamenterên HDP'ê Aycan Îrmez û Nîmettulah  Erdogmuş û Endama PM'a HDP'ê Nuran Îmîr cih girtin.
 
Konvoya Heyetê li nava navçeyê geriya û ji aliyê gel ve bi dirûşmên "Den namûs e namûs nayê firotin", "HDP bê û Ampul vemi" bi girseyî hat pêşwazîkirin.
 
Em ê hesabê êşên li vir hatin jiyîn bipirsin
 
Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî yê ku silavên Hevseroka HDP'ê pervîn buldan jî ji gel re pêşkêş kirin wiha axivî: "Hun hêviya Tirkiyeyê ne. Rêya wê pîroz be.  Em dizanin ku Cizîrê gelek êş kişandine û me ev êş ji bîr nekirin, em ji bîr nakin jî. Me li vê derê 300 canê xwe dan.  Lê tu doz li kesên ku ev sûc kirin nehat vekirin. Li vêderê sûcê mirovahiyê hat jiyîn. Lê tişta li vir hat jiyîn em ji bîr nakirin û em ê hesabê vê bipirsin."
 
Piştî axaftinan heyet derbasî maleke şîn lê dihat kirin bû û piştre jî wê derbasî navçeya îdîlê bibe.