Ji jinên HDP’ê stratejiya hilbijartinê: Ji bo 200 hezar sindoqî 200 hezar jin

  • 09:12 30 Nîsan 2018
  • Ramyarî
Habîbe Eren
 
ENQERE - Endama MYK’a HDP'ê  û Koordînasyona Jinan Bedîa Akkaya diyar kir ku wê di pêvajoya hilbijartinê de tifaqa jinan di xeta ‘eniya jinên demokratîk’ de bînin cem hev û got: “Kotaya namzetiya 600 parlamenterî 300 wê ji jinan pêk bê. Em ê bi dirûşma ‘bi 200 hezar sindoqî 200 hezar jin’ xwedî li sindoqan derkevin.
 
Endama MYK’a HDP  û Koordînasyona Jinan Bedîa Akkaya derbarê stratejiya pêvajoya hilbijartinê û xebatên ku jin li Tirkiye û Kurdistanê wê bimeşînin de axivî.
 
Bedîayê daxuyakirin ku jinan biryara hilbijartinê negirtine û li dijî biryara bloga desthilatdariyê girtiye xeta têkoşînê ava kirine û got wê bi têkoşîna jinan a hevpar di seranserê pêvajoya hilbijartinê de bi nêrîna jinê xetekê ava bikin û got wek meclîs rojeva wan ev e ku ‘Eniya Jinan a Demokratîk’ ava bikin. 
 
‘Hêza esas wê tifaqa jinan be’
 
Bedîayê her wiha anî ziman ku di encama nîqaş û hevdîtinên kirine de gelek alî ji desthilatdariyê bi awayekî cidî nerehetin û got: “Di vê esasê de derket holê ku hêza sereke jin in û ev jî ancax bi tifaqa jinan dikare bê rakirin. Di heman demê de ev berpirsyariya me jî zêde dike.” 
 
‘Em hewl didin rihê yekitiyê ava bikin’
 
Bedîayê ev tişt anî ziman: “Li Kurdistanê di nokteya yekitiya neteweyî de û bi pêşengiya meclîsa jinê xebat hene.  Em dixwazin bi jinên hatine îxrackirin, jinên xebatên sendîkal dimeşînin re rihê yekitiyê ava bikin. Wê bi jinan re tifaqa me berfireh bibe. HDP pêşnûmeyeke ji bo gelan hatiye pêşniyar kirine û hêviya jiyanek nû ye. Em hinceta hebûnê ava dikin.”
 
Bedîayê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser pêvajoya hilbijartinê û kotaya namzetiya ji 600’î pêk tê 300’ê wê ji jinan pêk tê û got: “Kotaya namzetiya 600 parlamenterî 300 wê ji jinan pêk bê. Em bi dirûşma ‘bi 200 hezar sindoqî 200 hezar jin’ wê xwedî li sindoqan derkevin.”