Pervîn Buldan: Ji AKP'ê re ji vê derê deng tune ne

  • 14:43 29 Nîsan 2018
  • Ramyarî
COLEMÊRG -  Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Colemêrgê axivî. Pervîn diyar kir ku divê ew hemû partiyên tabelayan vala vegerînin û wiha got: "Gelê Colemêrgê di her demên dijwar de sekna xwe nîşan daye. Wê di 24'ê Hezîranê de jî erka xwe dubare pêk bînin. Ji vê derê ji AKP'ê re deng tune ne. Em ê 25'ê Hezîranê Tirkiyeyek bêyî Erdogan pêşwazî bikin." 
 
Heyeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di navde Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan jî heye, gera xwe ya hilbijartinê ya li herêma Serhedê berdewam dike. Heyeta HDP'ê piştî serdana Îdir, Agirî û Wanê îro hat Colemêrgê. Di serdana li Colemêrgê de Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan axivî û diyar kir ku wan silavên Selma Irmk û Abdullah Zeydan ên niha di zindanê de anîne û wiha got: "We Abdullah Zeytan û Selma Irmak hilbijartin û şandin meclîsê. Lê niha herdu di zindanê de ne. Ew dizanin ku em hatine vir. Hem silavên wan û hem jî silavên hemû siyasetmedarên di zîndanê de  ji were hene. Em dizanin we her dem di şert û mercên zor de erk û peywira xwe pêk anî. Em dizanin ji niha û şûnde jî hûn ê pêk bînin. Di her dema ku zext û zordari zêde bûn, we gav paşve navêt û hûn li nirxên xwe xwedî derketin. Her dem li dijî hişmendiya ku xwest gelê Colemêrgê têk bibin, perçe bikin û tundiyê pêş bixin gelê Colemêrgê bi sekna xwe bersiv da wan."  
 
'Wê gelê Colemêrgê sekna xwe nîşan bide'
 
Pervîn, destnîşan kir ku gelê Colemêrgê dê di 24'ê Hezîranê de carek din erk û peywira xwe wê pêk bîne û wiha berdewam kir: "Li dijî zilm û tundiya li ser gel wê gelê Colemêrgê erka xwe pêk bîne. Wê li dijî zilm û polîtîkayên zordestiya AKP'ê sekna xwe nîşan bide. Wê li dijî xerakirina malan ên serdema qedexeyan de sekna xwe bîne ziman. Di serdema qedexeya derketina kolanan de em li dijî vê yekê derketin. Lê dîsa qedexe kirin û encama wê xerakirin, kuştin bû. Ev helwesta wan li dijî gelê kurd e. Niha bi MHP'ê ku li Colemêrgê partiya tabela ye tevdigerin. Wê niha di 24'ê Hezîranê de bên dîsa dengan ji gelê Colemêrgê bixwazin. Lê em ê wan vala ji vir vegerînin." 
 
Sazî û siyastmedar girtin 
 
Pervîn, da zanîn ku partiya niha li Colemêrgê partiya tabela ye, dibêjin 'Pirsgirêka me bi gelê kurd re tune û wiha  dirêjî da axaftina xwe: "Saziyên me girtin, hevşaredarên me girtin. Ne tenê parlamenterên me girtin, hevşaredarên me jî girtin. Divê li dijî van polîtikayên zordest ji Colemêrgê heta Amedê û ji Amedê heta Dersimê em yek dengê xwe jî nedin wan û vê bersîvê bidin wan. Em dibêjin ger ku pirsgirêka we ya bi kurdan re tune be, çima Abdullah Zeydan di girtîgehê de ye. Çima Selma Irmak di girtîgehê deye. Çima we qeyûm tayînî şaredariyan kirin."  
 
'Piştî 24'ê Hezîranê Turkiyeke bêyî Erdaogan li heêviya me ye'
 
Pervîn wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê di navbera 3-4'ê Gulanê de namezedê xwe yê serokomariyê aşkera bikin. Di serî de namzedê serokomariyê piştî ku me namzedên xwe yên ji bo parlamenteriyê jî diyar kirin em ê derkevin pêşberî gelên li Tirkiyeyê. HDP partiya hemû gelên li Tirkyeyê ye.  Bial jin û ciwan hemû bibin bernamzed. Ji vê derê ji AKP'ê re deng tune ne. Em ê di 24'ê hezîranê de dengê xwe bi kar bînin û li sendoqên xwe xwedî derkevin û piştî 24'ê hezîranê Tirkiyeyek bêyî Erdogan li hêviya me ye."