‘Em ji bo hilbijartinê amade ne’

  • 09:33 29 Nîsan 2018
  • Ramyarî
AMED-Hevseroka HDP’a Amedê Fîlîz Buluttekîn  diyar kir ku desthilatdariyê hewl da me bêyî amadekarî bibe hilbijartinê lê ji xwe ew her tim bi serdegirtinê ketine hilbijartinê û got: “Ji lîsteyan bigirin heta ewlehiya sindoqan her tiştê me amade ye.”
 
Hevseroka HDP’a Amedê Fîlîz Buluttekîn diyar kir ku ew ji bo hilbijartinê di her alî de amade ne û moralê wan bilinde. Fîlîzê daxuyakirin ku biryara hilbijartinê bandor li wan ne kiriye û HDP’ê amadekariyên xwe berê daye destpêkirin û got: “Împaratoriya tirsê ya AKP’ê tu fêde nekiriye. Berovajî vê derxistiye holê ku ji sedî yek rêjeya dengê AKP’ê zêde nebûye.”
 
‘Em ji bo hilbijartinê amade ne’
 
Fîlîzê armanca muxalefetê nirxand û anî zimain ku HDP ji xwe di gelek hilbijartinan de di bin zextan de bûye, lê gel her tim ji bin vê derketiye. Fîlîzê ev tişt vegot: “Ji vir şûnde emê bi motîvasyonek mezin xebatên xwe bimeşînin.  Lîsteya me ya em bişînin Lijneya Hilbijartina Bilind û lîsteya muşahîdên me jî amade ne.  Di vê mijarê de em ji gel piştgiriyek mezin digirin. Em ji bo hilbijartinê amade ne.”
 
‘HDP partiya jina ye’
 
Fîlîzê di dawiya axaftina xwe de got HDP partiya jina ye û jin li dijî vê rejîm û zextan wê bi hev re pêşerojê bihuninin.berfin, 18:39