Pervîn Buldan: Em ê bi hev re bersiva kesên ku em tune hesibandin bidin

  • 15:09 27 Nîsan 2018
  • Ramyarî
 
 
AGIRÎ - Hevseroka HPD'ê Pervîn Buldan ya ku li Bazîdê bi gel re hat gel hev diyar kir ku divê her kes derbî bi derî bigere û bixebite û ev  tişt got: "Divê ku em dengekî xwe jî ji wan re nehêlin. Divê ku em bi rûhê seferberiyê bixebitin. Em ê bi hev re bersivê bidin kesên ku me ji nedîtî ve tên."
 
Partiy Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya çalakiyên hilbijartinê de li navçeya Bazîdê ya Agiriyê bi gel re hat cem hev. Heyeta ku ji Pervîn Buldan, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, parlamentera Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û ji endamên PM'a HDP'ê pêk dihat  li ber avahiya partiyê ji aliyê bi sedan kesî ve hatin pêşwazîkirin.
 
'24'ê Hezîranê roja hesabpirsînê ye'
 
Di hevdîtina bi gel re di serî de Dîlan Dîrayet Taşdemîr axivî. Dîlan diyar kir ku 24'ê Hezîranê tenê ne roja hilbijartina giştî ye di heman demê de roja hespapirsîna ji qeyûmên hatin tayînkirine.  Dîlan di berdewamiya axafitna xwe de anî ziman ku AKP dijminantiya gelê kurd, hebûna wan û zimanê wan dike û ji bo ku gel hebûna xwe nîşan bide wê di 24'ê Hezîranê de biçin ser sindoqê.
 
'Em ê AKP'ê bikin partiya tabellayê' 
 
Hevseroka  HDP’ê Pervîn Buldan jî ku ji gel re axivî  bi bîr xist ku gelê Bazîdê di serdema herî dijwar de xwedî li vîna xwe derket û got: “Bazîdê her tim dîrok nivîsandiye. Her tim xwedî li partî û dengê xwe derketiye. Dê ev gel carek din di 24’ê Hezîranê de xwedî li vîna xwe derkeve. Li gel hemû zordestî û êrîşan jî ez we vedixwînim xwedî deketina vîna we. Dengê xwe bidin xwe. Dengê we her tim dîrok nivîsandiye. Hûn ê dîsa bi heman zîndewariyê bixebitin û heman rengî bidin nîşandan. Lê AKP a ku nikaribû we di hilbijartinê de têk bibe, qeyûm tayînî ser şaredariya ku vîna we bû kir. Karê ewil qeyûm kir girtina Navenda Tibê ya Ayşegul Zarakolu bû. Navê Kolana Îsmaîl Beşîkçî guhert. Karê ewil ê qeyûm ew bû ku peykerê Ehmedê Xanî hilweşand. Em li vir soz didin we, em ê di hilbijartinê de qeyûm ji vir paqij bikin û biavêjin. Em ê AKP’ê paqij bikin ji vir. Dê AKP bibe partiya tabelayê. Em ê carek din li Agiriyê çar û çar derbixin.” 
 
‘Em ê bi hev re bersîva wan bidin'
 
Pervîn anî ziman ku tu rûyê AKP’ê nîne li vir ji kurdan deng bixwaze û wiha domand: “Dema AKP’î hatin deng ji we xwestin Selahattîn Demîrtaş, hevşaredarên girtî û wekîlên girtî bi bîra wan bixin. Yên hatin deng ji we xwestin, peykerê Ehmedê Xanî yê hilweşandin nîşanî wan bidin. Em ê bi rihê seferberiyê biçin hilbijartinê. Em di 24’ê Hezîranê de carek din bidin nîşandan ku ev der bajarên kurda ne.” 
 
Piştî civînê heyet çû cihê peykerê Ehmedê Xanî lê hat hilweşandin ziyaret kir. 
 
Heyet piştî bernameya li Bazîdê derbasî navenda Agiriyê bû.