Xebatên hilbijartinê yên HDP'ê didome

  • 12:52 27 Nîsan 2018
  • Ramyarî
MÊRDÎN - Heyeta HDP'ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Qoserê bi gel re hat ba hev. Hevserokê HDP'ê yê Giştî Sezaî Temelli ku ji aliyê bi sedan kesî ve hat pêşwazîkirin diyar kir ku ew ê 60 rojan bi roj û şev bixebitin û hêviyê li her derê belav bikin û got:"Karê ku me di 7'ê Hezîranê de nêvî hişt em ê di 24'ê Hezîranê de temam bikin."
 
Hevserokê Giştî yê HDP'e Sezaî Temellî û heyeta pêre, di çarçoveya xebatên Hilbijartina Pêşwext a 24'ê Hezîranê de, piştî duh li Rihayê bi gel re hat cem hev, bi otobusa hilbijartinê hat Qoserê. Sezaî li navenda Qoserê ya Mêrdînê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Di heyetê de parlamenterê HDP'ê Erol Dora, Nimetullah Erdogmuş û Ali Atalan jî tev li karwanê hilbijartinê bû. Heyeta HDP'ê li gundê Girgewrê yê Qoserê ji aliyê endam û rêveberên HDP û DBP'ê ve bi girseyî hat pêşwazîkirin. Sezaî û heyeta pêre piştre li Bazara Genim welatî û esnaf ziyaret kir. Temellî piştre bi karwanek mezin derbasî nava bajar bû. Karwan di ketina bajar de ji aliyê polîsan ve bi hinceta "ewlehiyê" hat rawestandin. Polîsan hemû kesên di karwanê de yek bi yek tevî maşîneyan di GBT re derbas kir.
 
Heyeta HDP'ê piştî di kontrola GBT'ê re derbas bû li nava bajar tûr avêt û bi germahî hat pêşwazîkirin. Polîs bi maşîneyek sivîl ketin navbera Otobusa Sezaî û karwanê û ala Tirkiye bi maşîneya xwe vekirin û bi vî rengî konvoy kirin du parçe. Sezaî pişti tevî karwanê li dora navçeyê tûr avêt hatin avahiya HDP'ê ya Qoserê û bi welatiyan re hatin cem hev.