Selma Irmak: Dem dema avakirina pêşerojê ye

  • 19:05 26 Nîsan 2018
  • Ramyarî
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak ku parlamenteriya wê hat xistin û di girtîgehê de ye bi nameya ku şand derbarê hilbijartina wê ku wê di 24'ê Hezîranê de bê kirin got;"Dem dema avakirina pêşrojê ye."
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Selma Irmak bi nameyeke ku ji Girtîgeha Tîpa F a Kandrayê Şand li ser xistina parlementeriya xwe û hilbijartinên wê di 24'ê Hezîranê de bên kirin nirxandin kir
 
Halkların Demokratik Partisi (HDP) Hakkâri Milletvekili Selma Irmak, Kandıra F Tipi Kapalı Cezaevi’nden mektupla gönderdiği mesaj da milletvekilliğinin düşürülmesini ve 24 Haziran’da yapılacak erke seçimleri değerlendirdi.
 
Selma di nameya ku şand de wiha got: "Parlmaneteriya min a ku îradeya gelê Colemêrgê bû di 19'ê Nîsana 2018'an de  bi biryara dadgehê li Lijneya Giştî ya Meclisê hat bi dawîkirin. Di serî de dixwazim bibêjim ku em bi îradeya gel hatin hilbijartin û tenê îradeya gel dikare me ji ser peywira me bigire.  Biryara ku ji aliyê kesên îradeya gel ji nedîtîve tên ji bo me û gelê me ne derbasdar e.  Ji bo kesên wekî me ku ji bo pêşeroja gelan ketine rê makam ne girîng e.  Em ê berxwedana xwe ya ji bo gel berdewam bikin. Kesên ku di hişmendiya astengkirin xebatên me de ne şaş in.
 
'Em hesabê vê li ser sendoqê bipirsin'
 
Di demeke ku li gel her cure tundî û îtîfakan îktîdar ber bi têkçûnê ve diçe û bi awayekî lez û bez wekî çareserî ji bo xwe hilbijartin dît xistina parlamenteriya min û ya Osman Baydemîr bi wate ye. Bê îrade hiştina gelê Colemêrg û Rihayê ji niha ve nîşan dide ku em ê hilbijartineke çawa bikin û ji bo gelê me peyamek e.  Gelê Kurd baş di vê peyamê gihaştiye û wê bersiva vê di 24'ê Hezîranê de li ser Sindoqan bide....
 
'Em ê mil bi mil berxwedanê pêş bixin'
 
Bi vê munasebetê em bang li hemû jinan dikin û dibêjin ku di têkoşîna ji bo demokrasiyê de em ê bi hev re ji bo ku em bibin em ger ku jin ji bo me pêşengiya bikin  em ê bi ser kevin. AKP ber bi têkçûnê ve diçe. Ez ji niha de ji bo her kesî serkeftinê dixwazim....
 
Di serî de ez ji gelê Colemêrgê ku ez ji ber parlamentera wan bûm, ji bo hemû gelên xwe, ji bo piştgiriya hevalên xwe yên partiyê spas dikim û rêzdar im.
 
Hêvî bi berxwedanê..."