Heyeta HDP'ê li Rihayê ye: Azadî nêz e

  • 16:20 26 Nîsan 2018
  • Ramyarî
RIHA - Heyeta HDP'ê ku parlamentera Amedê Feleknas Uca û Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî di nav de bû, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi gelê Rihayê hat gel hev.  Di hevdîtina bi gel re Feleknas Uca axivî û bal kişand ser 24'ê Hezîranê. Feleknasê di axaftina xwe de got, 'Azadî nêz e'. 
 
Heyeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  ku Sezaî Temellî jî di nav de cih digirt  tevli hevdîtina bi gel re a ku ji alyê rêxistina HDP'ê ya Rihayê hat amadekirin bû. Ji bo hevdîtina ku li Salona Konferansê ya Nobelê hat kirin de gel eleqeyeke mezîn nîşan da.  Li salona hevdîtina ku jinan eleqeyeke mezin nîşan da  parnkarta bi nivîsa "Ji bo ku em hemû bibêjin em bi hev re ne em ê biçin meclisê" hat daliqandin. Çakî bi rêzgirtina ji bo têkoşerên azadiyê ku jiyana xwe ji det dan hat destpêkirin.
 
'Berxwedan jiyan e'
 
Di hevdîtinê de parlamentera HDP'ê ya Rihayê Feleknas Uca axivî û got ku gelê Rihayê li gel binçavkirin û girtinan têk neçû li ber xwe dide. Feleknasê anî ziman ku li dijî zilmê berxwedana divê û wiha berdewam kir: "Îro hatina me ya li vir ji bo wan bersîv e. Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin, hikûmeta got, 'pirsgirêka kurd ya min e', niha jî dibêje, 'Ger ku hûn bibêjin Kurdistan em ê we ceza bikin û dibêje ku nebêjin bajarên kurdan'.  Em jî dibêjin ku gelê kurd her hebû û wê hebûna xwe berdewam bike .Em ê hesabê hemû komkujiyan bipirsin. Berxwedan jiyan e û azadî nêz e." 
 
Piştî Feleknasê Sezaî Temellî axîvî. Piştî hevdîtina bi gel re Alîgirê Serok Saruhan Oluç,  Endama Kongra Civakên Demokratîk (KCD)  Selîm Sadak,  Parlamenterê Amedê Nîmetullha Erdogmûş, Feleknas Uca ji bo serdana esnafan derketin sûkê.