Meral Daniş Beştaş: Di rojeva me de Meraleke din tune ye!

  • 17:14 25 Nîsan 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Serokwekîla Koma HDP'ê Merala Daniş Beştaş ku pirsên rojnamegeran bersivandin  bersiva pirsa, "HDP çawa nêzî Meral Akşener dibe" wiha da; "Di partiya me de tenê Meralek heye, ew jî ez im. Di rojeva me de Meraleke din tune ye."
 
Serokwekîl Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş , di civîna ku li meclisê li dar xiswt de derbarê rojevê nirxandin kir. Meral di axafitna xwe de bal kişand ser hilbijartina zordest  û wiha got; "Di rojeva welat de hilbijartin heye. Lê bi bayê bezê ji bo hilbijartinê dîrok hat diyarkirin û di 24'ê Hezîranê de wê li Tirkiyeyê hilbijartin bê kirin.  Kesên ku ev dîrok bi bayê bezê nîşan dan di heman demê de jî tirs û bêkêriya xwe jî danîn holê."
 
Meral diyar kir ku bi vê hilbijartina zordest wê dawî li AKP -MHP'ê bê anîn û wiha berdwam kir: "Tiştên di 2002'yan de hatin kirin wê berdewam bikin, ji ber ku AKP-MHP'ê  cihê xwe wêkî partiyên ku krîz û kaosê pêk tînin di dîrokê de girtin. Baş e çima li benda 2019'an neman?  Wêkî dema nimêjê rojê 5 caran gotin wê hilbijartin di dema xwe de bê kirin. Lê bi ragihandina dîroka hilbijartinê re  li nava çavê her kesî nêrîn û dereweke aşkera kirin."
 
'HDP ji xwe partiya îtîfakê ye'
 
Meral derbarê HDP'ê  û îtîfakê de jî axivî û ev tişt got: "Ji xwe HDP'ê bi hewandina xwe ya bawerî û gelên cuda di nava xwe de partiyeke îtîfakê ye, Em hemû gel bi hev re dijîn û em dixwazin ku ku hiqûqeke bi hevrebûnê ava bikin." 
 
'Bijî 1'ê Gulanê'
 
Meral derbarê 1'ê Gulanê Cejna Kedkaran de jî axivî û wiha got: "Wê 1'ê Gulanê li dijî zîhniyeta  'Bijî 1'ê Gulanê' qedexe kir bê pîrozkirin.  Di heman demê de 24'ê Hezîranê roja li dijderketina bêhiqûqî, cudakarî û dawîlêanîna pirgirêkên aborî ye. Em ê li her aliyê Tirkiyeyê  li qadan di 1'ê Gulanê de daxwazên xwe biqîrin. Em ê di 24'ê Hezîranê de jî bi gelê xwe re li ser sendoqê bersiva pêwist bidin îkdtîdarê. Ez ji niha de dibêjim, bijî 1'ê Gulanê."
 
'Em ê namzedê xwe di demek kurt de diyar bikin'
 
Meral piştî axaftina xwe pirsên rojnamegeran bersivandin.  Meral pirsa derbarê Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de ku wê bibe namzed an jî nebe berisvand û wiha berdewam kir: "Nêzîkatiya me ne ku em lidjî rejîma yek kesî kesekî nîşan bidin. Em niha li ser rewşa tirkiyeyê ku wê çawa bibe xebatên xwe didin meşandin û civînan li dar dixin. Civînên me tenê bi organê partiya me re nayên kirin. Em bi gelek kes û aliyan re têkiliyê datînin .Wê endamekî me yê ku tirkiyeyê ji vê kaosê rizgar bike hebe û em ê di demeke kurt de  nîşan bidin. Lê wê ev namzed tenê ne yê HDP'ê be. Demîrtaş jî tê pêşniyarkirin û di nav çend navên ku hatine pêşniyarkirin de navê wî jî derbas dibe. Heta ku hevdîtin û civînên me neqeddin em nikarin namzedê xwe diyar bikin. Em ê di rojên pêş de namzedê xwe diyar bikin." 
 
'Rêvberiy a AKP'ê' 
 
Meral derbarê namezdiya Serokomarê Tirkiyeyê yê 11'mîn Abdullah Gul de jî wiha got: "Rojeva ku îro li Tirkiyeyê tê niqaşkirin tarzê rêveberiya AKP'ê ye.  Dixwazin bi rojeva li di ser kesan re ava bikin rastiyan di tariyê de bihêlin. Aboriya Tirkiyeyê têk çûye, êrîşên li dijî jinan û betaliya ku zêde dibe gihaştiye lutkeyê. Divê ku îro ev pirsgirêk bihata niqaşkirin. Ji bo me ji navan wêdetir tişta girîng ew e ku ev pirsgirêkên heyî bên niqaşkirin." 
 
'Em serdestê niqaşan e'
 
Meral bersiva HDP çawa nêzî  Meral Akşener dibe jî bersivand û wiha got: "Serokwekîla Koma HDP'ê Merala Daniş Beştaş ku pirsên rojnamegeran bersivandin  bersiva pirsa, "HDP çawa nêzî Meral Akşener dibe" wiha da; "Di partiya me de tenê Meralek heye, ew jî ez im. Di rojeva me de Meraleke din tune ye. Em serdestên hemû niqaşan ne HDP îro tenê ne mifte di heman demê de qufle.  Hayê me ji hemû niqaşan heye. "