Tulay Hatîmoglullari: Divê 24’ê Hezîranê nebe rizgariya wan

  • 09:03 25 Nîsan 2018
  • Ramyarî
Berîtan Canozer
 
STENBOL - Hevseroka SYKP’ê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku divê hilbijartinên 24’ê Hezîranê nebe rizgariya AKP-MHP’ê û got: “Ger zemîna daxwazên hevpar ên pergala serokatiyê naxwazin hebe, divê vê pirsgirêkê bi hevparî çareser bikin. Teqez em dikarin qezenc bikin û divê em bi vê bawer bin.”
 
Hevseroka Partiya Rizgariya Ji nû ve Sosyalîst (SYKP) Tulay Hatîmogullari hilbijartina pêşwext ku pêk tê û nîqaşên bi xwe re anî rojevê nirxand.
 
Tulayê diyar kir ku ev ji hilbijartina pêşwext wêdetir hilbijartina serdegirtinê ye û wiha pê de çû: “Piştî  15’ê Tîrmehê şûnde xespkirina maf hat jiyîn. Ev biryara hilbijartinê jî   daxwaza rejîma faşîst ya xwe temam bike ye. Di referanduma 16’ê Nîsanê de nîvê mirovan deng neda pergala serokatiyê.” 
 
‘Welat diçe rêveberiya faşîst’
 
Tulayê rejîma Hîtler û Benîto Amîlcare Andrea Mussolînî bi bîr xist û got ku hikûmeta AKP’ê mînakên di cîhanê de  ji nedîtîve tê û berbi rejîma faşîst ve diçe.  AKP ya dît tenê nabe desthilatdar diranên xwe di carekê de derxist holê û got: “Piştî 15’ê Tîrmehê bi OHAL û KHK’yan re  pêvajoya guherîna rejîmê derket astek din û 15’ê Tîrmehê karê şewata Reîchstag ya Hîtler dît.”
 
‘Divê em pêvajoyê berovajî bikin’
 
Tulayê di berdewamiyê de destnîşan kir ku ji bo civakê bikin bin zextê li her derê  zextên civakî, siyasî, aborî pêk tên û pîvanên civakê tên guhertin. Tulayê diyar kir ku tevî hemû zextan kes serî natewîne û got: “Divê hedefa me ev be ku em pêvajoyê berovajî bikin.  Hedefa me di hilbijartinê de divê ev be ku em nehêlin faşîzm bizmarên xwe lê bidin.”
 
‘Divê em pêkanînên desthilatdariyê teşîr bikin’
 
Tulayê daxuyakirin ku di şert û mercên OHAL’ê de hilbijartin nikare pêk bê û got divê hemû pêkanînên desthilatdariyê bên teşîrkirin û bê hedefkirin ku li qadan daxwaz bên nîşandan. Tulayê her wiha ev tişt anî ziman: “Wek referandumê divê em encaman ji nedîtîve nebînin.  Divê hilbijartinên 24’ê Hezîranê nebe xilasiya AKP-MHP’ê. Ger zemîna daxwazên hevpar yên pergala serokatiyê naxwazin hebe, divê vê pirsgirêkê bi hevparî çareser bikin. Teqez em dikarin qezenc bikin û divê em bi vê bawer bin.”
 
Tulayê di dawiya axaftina xwe de bang kir ku ji bo hilbijartin ji bo başiya AKP-MHP’ê pêk divê her cureyê hewldanê pêk bînin û got ger AKP qezenc bike wê krîz kûrtir bibe, xizanî zêdetir bibe û divê li dijî vê hemû têkoşîna girseyî bê dayîn.