Jinên Geverê:Em ê di vê hilbijartinê de xwedî li îradeya xwe derkevin

  • 09:07 25 Nîsan 2018
  • Ramyarî
Dîlan Babat
 
COLEMÊRG - Jinên Geverê derbarê hilbijartina 24’ê Hezîranê de nêrînê xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew çawa xwedî li îradeya xwe ya li girtîgehan derketine wê di vê hilbijartinê de jî xwedî li îradeya xwe derkevin û gotin:" Em ê di vê hilbijartinê de bersivek bi hêvî bidin."
 
 Jinên Geverê bertek nîşanî hilbijartina di 24’ê Hezîranê de pêk tê dan û gotin ev hilbijartin di pêvajoyeke ku xizanî bilind bûye de pêk tê.
 
Hevseroka DBP’a Geverê  Oznur Evîn wih agot: “Di pêvayek ku gel di xizaniyê de fetisiye, diçin hilbijartinê. Em li dijî vê matmayî man. Anîna hilbijartina zû tê wateya ku krîza aborî veşêrin. AKP û MHP’ê dizanibûn ku ji ber krîza aborî wê dengên mezin winda bikin. Ji ber vê biryara hilbijartinê girtine.  Mirovan dizanibû wê hilbijartina zû bê.  Lê nedizanibûn wê evqas zû bê.  Me ev di pêvajoya referandumê de jî dît. Ev hilbijartin di pêvajoya OHAL’ê de jî pêk bê wê HDP dîsa bi hilbijêrên xwe bersivê bide.”
 
‘Wê bibe bersivek mezin’
 
Oznurê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wê bi vê hilbijartinê bikevin pergalek nû û bi rêbazek wihs re hewl didin pergalek nû ava bikin û got wê hilbijartinên 24’ê Hezîranê bibin bersivek mezin.
 
‘Kaosê dixwazin bi hilbijartinê bigirin’
 
Gulçîn Karabudak jî balkişand ser qedexeya zozanan û krîza aborî û got: “Ez bi gîhayên ji çiyan kom dikim debara xwe dikim. Îro ji ber qedexeye ez nikarim biçim zozanan. Em bi xizaniyê re rû bi rû ne. Beriya hilbijartinan wê bêjin em kar didin we. Lê em êdî ne wek berê ne. Em şiyar bûne. Hilbijartinên 24’ê Hezîranê wê ji bo hemû gelan bibe hêvî. Emê bersivê bi hêvî bidin.”
 
Gule Polat jî got wê hilbijartina 24’ê hezîranê bi pêşengiya jinan bi hêviyek mezin derbas bibe û got wê bi rihê 7’ê Hezîranê ji nûve qezenc bikin.