Pervin Buldan ji mamoste Ayşe re name şand!

  • 13:15 24 Nîsan 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Hevseroka  HDP’ê Pervîn Buldan, ji mamoste Ayşe ya bi zaroka xwe ya 6 mehî re  hat girtin, nameyak şand û got: “Ez soz didim te û Deran, li vî welatî zarok ne li girtîgehan, dê di pêşerojek azad û bi ewle de bimeşin.”
 
Hevseroka  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, ji mamoste Ayşe Çelîk a di dema qedexeya derketina  derve de beşdarî bernameyek TV bû û got “Bila zarok nemirin” ceza lê hat birîn û piştre tevî zaroka xwe ya 6 mehî Deran hat girtin re name şand.  Pervin bi ser navê “Mamosteya min Ayşe û xwişka min a xoşewîst” dest nameya xwe kir û wiha got: “Du sal bi ser hestiyarbûna te ya di bernameyekê televîzyonê de ku te got ‘bila zarok nemirin û dayîk negirin’ re derbas bûn. Ji ber vê yekê hûn di lêpirsînê re derbas bûn û hatin mehkûm kirin. Dixwazin di şexsê te de mirovan bêzar bikin ku mafê zarok û mirovan neparêzin. Dixwazin di şexsê te de hemû şahidên werankirinê, êşan pêkanînên dij mirovahî û komkujiyan bêdeng bikin.
 
Li hemû cîhanê, di hemû ol, netew û nijadan de mafê mirovan parastin sûc nayê dîtin. Kes nikare vê bihiqûqiya li dijî te û zaroka te hatî kirin, qebûl bike. Em soz didim te û Deran, li vî welatî zarok ne li girtîgehan, dê di pêşerojek azad û bi ewlede bimeşin. Em van rojên xweş teqez bînin. Emê qezenc bikin. Dê başî, aştî, xweşikî û jiyana azad qezenc bike. Bila baweriya te bi vê hebe û baweriya xwe ya rojên ronahî û azadiyê qet winda neke.
 
Ez bi hemû hestên xwe yên piştevaniyê, te û Deran bi heskirinek mezin hembêz dikim û ji çavên we maç dikim.”