Pervîn Buldan: Hêza yekane ku di vê pêvajoyê de li ber xwe bide jin in

  • 12:37 24 Nîsan 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Hevsroka HDP'ê Pervîn Buldan, diyarkir ku divê li dijî îtîfaka AKP û MHP'ê hemû jin bibin bernamzed û wiha berdewam kir: "Hêza yekeane ku li dijî vê pêvajoyê li ber xwe bide jin in.  Ji bo pêşeroja jinan têkoşîn îro tê destpêkirin û heta 24'ê Hezîranê berdewam dike.  Divê ku em bi xwe û hêza xwe bawer bin. Ji bo ku em bi ser nekevin tu sedem tune ye."
 
Meclisa PM'a Partiya Demokratîk a Gelan (HPD) bi mijara hilbijartinên ku wê di 24'ê Hezîranê de bên kirin li ava hiya HDP'ê cîvîn pêk anî.  Beriya civînê Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan derbarê pêvajoya siyasî de nirxandin kir.
 
Pervîn bi silavkirina hemû jinan dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku ew di pêvajoyeke siyasî ya girîng de vê civînê pêk tînin û wiha berdewam kir: "Em bi hilbijartineke zordest re rûbirû ne.  Ev pêvajo ji bo dîroka Tirkieyeyê girîng e.  Em mecbûrin ku li dijî faşîzma AKP'ê ya hem li gelên tirkiyeyê û hem jî li dijî jinan pêk tîne tercîhekê bikin." Pervînê di berdewamiya axaftina xwe de got ku bi hilbijartina wê di 24'ê Hezîranê de bê kirin re wê têkoşîna jinan a azadî û wekheviyê pêş bikeve û ev tişt got:  
 
"Hikûmeta AKP'ê bi taybetî di pêvajoya serdestiya xwe ya 15'lan de mudaxeleyeke mezin li destkeftiyên jinan, bedena wan û nasnameya wan kir. Hemû keda jinan bi êrîşan re rûbirû hat.  Hemû pêkanînên AKP'ê zayendparêzî li Tirkiyeyê kûr kirin û ev pêkanîn bûn tundî û li jinê vegeriyan. Ji bo ku jiyana jinan bê guhertin divê ku ev îktîdar bê guhertin.
 
Ji jinan ditirsin
 
Hikumeta AKP’ê her dem ji jinan tirsiya. Ji jinên têkoşer tirsiya, ji jinên siyasetmedar tirsiya. Ji bo dahatûyeke ku keda jinan neyê xwarin di 24’ê Hezîranê de divê em peywira xwe bi cih bînin. Ji ber ku AKP ji jinan ditirsiya, êrîşî pergala me ya hevserokatiyê kir û saziyên jinan girt, siyasetmedarên jin girtin. Saziyên jinan ên ku şaredariyên me vekiribûn, ji aliyê qeyyûmên AKP’ê ve hatin girtin. Vê rejîma wan jî ew ê bi têkoşîna jinan hilweşe.”
 
Divê jin bibin bernamzed
 
Li hemberî bloka AKP-MHP’ê ez dixwazim jin ji lîsteyên HDP’ê bibin bernamzet. Divê her kes bi awayekî bi coş hêzê bide vê têkoşînê û bi HDP’ê re be. HDP partiyeke jinan e. Tenê jin dikarin vê pêvajoyê biguherînin. Divê em bi coş bin, em bi moral bin."
 
Pervîn di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser Komkujiya li ser Ermeniyan jî û wiha  got: "Di vê pêvajoyê de hemû kesên mazlûm divê em piştgiriya hev bikin. kurd, tirk, elewî û sunnî divê her kes li ba hev be.”