Gaye Usluer ya CHP’î: Hêvî wê mezintir bibe

  • 09:54 24 Nîsan 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Parlamenera CHP’ê ya Eskîşehîrê Gaye Usluer hilbijartina du meh şûnde pêk tê nirxand û got hêzên di referanduma Nîsanê de gotine ‘na’ bûne yek û got: “Îro jî dîsa ji bo demorasiyê komên cuda hatine cem hev û di heman alî de dixebitin. Ji vir şûnde wê hêvî mezintir be.”
 
Parlamentera CHP’ê ya Eskîşehîrê Gaye Usluer hilbijartina di 24’ê Hezîranê de pêk tê nirxand û bang li gelan kir ku xwedî li deng û îradeya xwe derkevin.
 
Gayeyê bi lêv kir ku di pêvajoyek cuda de derbas dibin û bin OHAL’ê de diçin hilbijartinê û wiha pê de çû: “Dijhiqûqîbûn tê rewakirin, azadî tên astengkirin. Di van şertan de hilbijartinek serbirxwe ne pêkane.  Di çarçoveya demokrasî û azadiyan de  di çarçoveya vê pêvajoyê ji nûve ava bikin de divê yekitiya hêzî bê avakirin.”
 
‘Jiberbûna AKP û MHP’ê xera bû’
 
Gayeyê daxuyakirin ku di referanduma 16’ê Nîsanê de hemû hêzên  demorkatîk  gotine ‘na’ û wiha pê de çû: “Îro jî komên cuda  ji nûve ji bo demokrasiyê tên cem hev. Em dibînin ku wê di heman alî de bixebitin.  Ji CHP’ê 15 parlamenter derbasî ÎYÎ Partî bûne û bi vê re jî ÎYÎ Partî li meclîsê kom ava kirine û bi vî awayî dikarin biçin meclîsê.Ev pêngav jî ‘serkeftina demokrasiyê ye’. Jiberbûna AKP û MHP’ê xera bûye.” 
 
Gayeyê bi lêv kir ku yên rejîma yek mêrî qebûl nekirine piştî hevparbûna wan ya bi ÎYÎ Partî re  rehetî jiyane û mirovan tirs serobino kirine û ji vir şûnde jî wê hêvî hîn bêtir mezin bibe. Gayeyê bang li hemû kesî kir ku biçin ser sindoqan û ya duyem jî xwedî li sindoqan derkevin.