Pervîn Buldan: Vîna gel ne li meclisê ye

  • 18:04 23 Nîsan 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan bi boneya rûniştina taybet a 23’ê Nîsanê li Meclîsê axivî û got: “Vîna gel zêdeyî salekê ye li şûna meclîsê li girtîgehan e. Dixwazin kurd li derveyî parlamentoyê têbikoşin." Serokê Meclîsê jî tehamûlî gotina “bajarê kurdan” nekir û gef li HDP’iyan xwar.
 
Hevseroka Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan bi ji bo 23’ê Nîsanê di rûniştina taybet a li Meclîsê de axivî. Pervîn bal kişand ser girtina hevserokên HDP’ê yên berê û wiha got: “Dibêjin ‘ev meclîsa gel e.’ Lê belê divê îro vîna bi milyonan netewan ku birêz Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag li ser vê kursiyê xîtabî we bikirina. Lê îro vîna gel ne li meclîsê ye, li girtîgehan e. Gelek wekîlên bi awayekî dij hiqûq di girîgehan de ne û wekîliya hevalên me tê betalkirin. Qirîza temsîliyetê nehat çareserkirin û pergala parlamenteriyê hat tasfiyekirin. Li vir pergal û ferasetek li ser hişê yekperestiyê tê birêvebirin”
 
Pervîn destnîşan kir ku divê beriya her tiştî ev parlamento rê li ber pergalek demokratîk vebike û bikeve nav hewldanên kar û barê xwe bike û heta roja îro tu desthilatdarî vê yekê nekiriye. Pervîn wiha got: “Cudahiyên li vî welatî tu demê nehat hezkirin û tu demê mafê jiyankirina cudayiyê ji wan re nehatiye nasîn. Li ser vê axê gelek netew bûne qûrbana komkujiyan. Mixabin û sed mixabin di dîroka tevahiya dîroka komarê her tim gelê mezlûm bi her cûre neheqiyê rû bi rû hatiye hiştin. Ez êşa gelê mezlûm parve dikim.” 
 
'Ji bo zarokên hatin kuştin cejn ne pêwist e'
 
Pervîn da zanîn ku îro li mala Ceylan Onkol, Ugur Kaymaz, Berkîn Elvan û gelek zarokên hatin kuştin cejn nîne û wiha dewam kir: “Îro bi hezaran zarok li girtîgehan dijîn. Îro ji bo hezaran zarok ne cejn e, xemgînî ye. Her sal gelek zarok jiyana xwe ji dest didin. Bi sed hezaran zarok tên xebitandin. Jiyanek van zarokan ku cejnê pîroz bikin nîne. Di mijara îstîstmarkirina zarokan de welatê me bûye welatê 3’yemîn ê cîhanê. Her wiha dîsa zewaca zarokatiyê li pêş e. Dihatûya zarokên keçik li ber çavan ji destê wan tê girtin. Jiyana bi hezaran zarok hatiye tarîkirin û tê tarîkirin. Ji b ovan hemû zarokan cejnek mîna a 23’ê nîsanê nîne. Di hefteya 23’ê nîsanê de zarokek li gel dayika xwe mamoste Ayşe ya ku got ‘bila zarok nemirin’ tê girtin. Tenê ji bo ku got ‘bila zarok nemirin’ mehkûmî hepsê kirin.” 
 
'Li Welêt OHAL serdest e' 
 
Pervîn anî ziman ku rewşa niha ya Tirkiye tê de ye vegeriyaye sed sal berê niha û got: “Îro li şûna serdestiya gel welat bi serdestiya OHAL û KHK’yan tê birêvebirin. Ev her du pêkanîn kirine sazîbûn. Ev du sal e hiqûq bi temamî ji holê hatiye rakirin. Welat bi rêbaza ‘ez dizanim’ tê birêvebirin. Çarenûsa welat di xetereyê de ye. Niha jî em di bin rewşa awarte û pêkanîn dij hiqûq de diçin hilbijartinek mezin. Ev hilbijartin di nêvengek ne hiqûqî de tê lidarxistin.” 
 
'Xwestin kurdan ji parlamentoyê derînin'
 
Pervîn, da zanîn ku bi pêkanîna OHAL’a dinavbera salên 1925-1950’î li herêmên Kurd lê bi rêve dibin û wiha domand: “Ji sala 1978’an û heya sala 2002’yan dinava 24 salan de li herêmê di rewşa awarte rêveberiya xwe berdewam kir. Ji vê dîrokê û  vir ve hemû partiyên Kurdan hatin girtin. Parlamenterên Kurdan ên bi vîna xwe hilbijartin hatin girtin, gule baran kirin û mist kirin.  Dîsan berî 5 rojan vîna gelê kurd ji parlamentoyên avêtin û derveyî parlamentoyê nîşanî kurdan kirin. Ez bi vê boneyê di vê roja girîng de cardin dibêjim ku em xwedî yê vê axên û hemû tim hebin. Ne zimanê me, ne çanda me û ne jî vîna me girêdayî tu kesê ye. Zimanê me herî kêm mîna Tirkî bi qîmete, hebûna me  herî kêm mîna Tirkan girînge û nûnertiya siyaseta me jî herî kêm mîna partiyên din ên siyasî mafekê xwezayî ye. Pêkanînên ji vê wê detir faşîzm bixwe ye. Kurdên duh li Çanakkaleyê şehît bûn, îro vîna wan tune tê hesibandin. Ev ne hedê kesekê yê. Ev hişmendî îro nebe jî, dê rojek zû ne yek dereng mehkûm bibe.”  
 
Pervîn di dewama axaftina xwe de wiha got: “Dê rêveberiya gel bi edalet û hiqûqê pêş bikeve. Li şûna bi awayekê fermî 23’ê Nîsanê roja Cejna Zarokan bê pîroz kirin, divê em hemû karibin mafê wan biparêzin.” 
 
Piştî axaftina Buldan Serokwekîlê Koma AKP’ê Nacî Bostanci mafê axaftina girt û bertek nîşan dan. Bostanci, diyar kir ku ka li koma AK Partî mêze bikin, hûnê wekîlên bi eslê xwe kurd bibînin û wiha got: “Tiştên tên jiyîn bi pirsgirêka Kurd re ne eleqedere, bûyerên terorîne.”
 
'Em kurd in, ne ku bi eslê xwe kurd in'
 
Wekîla Serokên Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş jî bertek nîşanî Bostanci da û wiha got: "Em kurd in. Ne bi eslê xwe kurd in. Di nava me de ermenî, suryanî, feminist, tirk û yên din jî hene. Em partiya Tirkiye ne. AKP li ser dijminantiya kurdan ev koalisyon ava kiriye. Ez pêşniyar dikim ku hûn biçin bajarên kurdan û guhertina navê bajar û gundan bibînin. Yên ji ber stranên kurdî stran hatin girtin. Bibînin ku peykerên Ehmedi Xanî, Ugur Kaymaz û Ceylan Onkol yên hatine rakirin. Qeyûm çiqas tişta aydî kurdan heye tev ji holê rakiriye. Dema Hevseroka Me Pervîn Buldan axaftin dikir, CNN Turk, NTV û Haberturk weşana zindi betal kirin. Binerin weşangerî wisa nayê kirin. Bi girtina parlamenteran hûn nikarin HDP'ê xelas bikin. HDP bi hêle hêl dimeşe hilbijartina 24'ê Hezîranê û em dê bi ser bikevin."