HDP'ê li 3 bajaran starta hilbijartinê da

  • 15:45 23 Nîsan 2018
  • Ramyarî
NAVENDA NÛÇEYAN - HDP'ê li Wan Gever û li Nisêbînê starta xebatên hilbijartinê da. Di daxuyaniyên ku hatin dayîn de banga xebatên hilbijartinê li gel hat kirin.
 
Rêveberiya HDP'ê ya Bajêr a Wanê ji bo hilbijatinên pêşwext ku wê 24'ê Hezîranê di 2018'an de bên kirin starta xebatan li avahiya xwe bi civîneke çapemeniya da. Di civînê de gel eleqeyeke mezin nîşan da û gelek rêveberên rêxistinên siyasî û saziyên sivîl jî tevli civînê bûn. 
 
Em amade ne
 
Hevserokê HDP’a Wanê Umît Dede, di civînê de axivî û wiha got: “Di 24’ê Hezîranê de bi taybetî ji bo gelê kurd, gelên tirk û Rojhilata Navîn dê bibe destpêkek nû. Rojên azad û bi keyfxweş li benda welat û Rojhilata Navîne. Di vî warî de hevî û baweriya me xurt. Em ê bi vê coş û moralê dest bi xebatên xwe yên hilbijartinê bikin û em amade ne.”
 
'Em astengiyan nas nakin'
 
Umît, di dawiya axatina xwe de wiha got: “Hevalên beriya me di şert û mercên hîn xerabtir de xebata siyasetê bi rêve birin. Şert û merc çi dibin bila bibin, astengî  û sînorkirin çi dibin bila bibin, em ê dest ji xebata xwe bernedin û bi her awayî em ê xebatên xwe bi rêve bibin. Emê tu carî astengiyan nas nekin.”
 
Li Geverê jî starta hilbijartinê hat dayîn
 
Ji bo hilbijartina ku wê di 24'ê Hezîranê de bê kirin li geverê jî start hat dayîn. Partiya Demok a Gelan (HDP) di civîna ku li avahiya HDP'ê hat dayîn de hevserokên navçeyê yên HDP û BDP'ê tevli, rêveber û Dayikên Aştiyê tevli bûn.
 
Di cîvînê de Hevserokê Navçeyê yê HDP'ê Husnu Beşer axivî û wiha got: "Em bang li gelê Geverê dikin ku bi ruhê 7'ê hezîranê  li dijî pêkanînên dijdemokratîk tevli hilbijartinan bibin. Em ê bi van hilbijartinan Tirkiyeke demokratîk ava bikin."
 
Li Nisêbînê ji xebatên hilbijartinê
 
Li Mêrdîna ku ji bo hilbijatina 24'ê hezîranê xebat hain destpêkirin, li Nisêbînê jî rêxistinên navçeyê yên HDP û DBP'ê  starta hilbijartinê dan.