Fîlîz Kerestecîoglu: Bila wezareta zarokan bê avakirin

  • 09:05 23 Nîsan 2018
  • Ramyarî
STENBOL - Parlamentera HDP’ê femînîst û parêzer Fîlîz Kerestecîoglu naveroka ‘Pêşnûmeya Qanûna Îstîstmara Zayendî’ ya piştî hilbijartinan wê bişînin meclîsê rexne kir û diyar kir ku di îstîsmara zarokan de divê polîtîkayên nû yên çareseriyê bên hilbijartin û divê wezareta zarokan bê avakirin.
 
Bertekên li dijî ‘Pêşnûmeya Qanûna Îstîsmara Zayendî’ didome. Piştî îtîraza 200 saziyên civaka sivîl şûnde Parlamentera HDP’ê femînîst û parêzer Fîlîz Kerestecîoglu jî bertek nîşanî pêşnûmeya qanûnê da.
 
‘Pêşnûme ji ber hilbijartinê hat taloqkirin’
 
Fîlîzê destnîşan kir ku pêşnûme bi giştî bi nêzîkariyên populîst ketiye rojevê û pêşnûme ji ber hilbijartinê hatiye taloqkirin û got: “Pêşnûme qanûna em li dijî wê bûn ji bo beka û desthilatdariya xwe taloq kirin.  Li şûna nîqaşkirina mijarên sereke nîqaşên hilbijartinê tên kirin.”
 
‘Êrîşa zayendî tenê bi organa zayenî nayê kirin’
 
Fîlîzê bi lêv kir ku ‘xesandin’ ne çareserî ye û wiha pê de çû: “Êrîşa zayendî tenê bi organa zayendî nayê kirin. Metayên cuda jî tên bikaranîn. Hûn ê çawa pêşî li vê bigirin? Xuyaye ku xesandin ne çareserî ye. Xesandin pêşî li van sucan nagire.  Divê tedbîrên pêşî lê digire bên girtin. Polîtîkayek dewletê di vî alî de tune heta polîtîkayek dewletê ya zarokan jî tuneye.”
 
‘Her kesê ku di bin temenê 18’yî de ye zarok in’
 
Fîlîzê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Rêbazên çareseriya desthilatdariyê ji gotinên populîst wêdetir nînin. Ji bo çareseriyê divê zarok bên xurtkirin. Divê mekanîznameyên ku zarok xwe vebêjin hebin. Divê cihên ku îstîsmar lê bê îfadekirin vebibin. Divê kesên qadên zarokan lêkolîn dikin, paşeroja wan bê lêkolînkirin. Ev jî organîzasyon û ferasetê pêwist dike. Hewcedarî bi avakirina wezareta zarokan û polîtîkaya zarokan heye. Her kesên ku di bin temenê 18’yî ye ne zarok in.