Guneş Gumuş: Ji bo AKP’ê du mehên dawîn krîtîk in

  • 09:03 23 Nîsan 2018
  • Ramyarî
ENQERE - Seroka Giştî ya SEP’ê Guneş Gumuş  diyar kir ku tevî hemû mudaxaleyan  aborî ne baş e û AKP ketiye nava du mehên krîtîk. Guneşê bi lêv kir ku gotina AKP’ê ya ‘Îstîkrarê’ derewek hatiye mezinkirine û got ev di pêşerojê de dikare bandorê li ser tercîhên dengan bike û ji ber vê yekê biryara hilbijartina zû hatiye girtin.
 
Seroka SEP’ê  û pispora aboriyê Guneş Gumuş  krîza aborî ya bi OHAL’ê re zêde bûye û bandora hilbijartina zû ya li ser pêvajoyê nirxand.
 
Guneşê diyar kir ku piştî sala 2008’an şûnde geşedanên aborî yên bandor li ser cîhanê kirine hatine jiyîn û li gelek welatên ku Tirkiye jî di nav de  pêşketina pere ya cidî pêk hatiye û ji vê pêşketina pere fêde girtine.  Guneşê diyar kir ku bi OHAL’ê re Tirkiyeyê di alî aborî de tengav bûye  û gut: “Hat gotin ku di 2017’an de mezinbûna aborî hatiye jiyîn.  Lê mixabin rewş ne wisa ye.”
 
‘Xetimandinek cidî xwe nîşan dide’
 
Guneşê destnîşan kir ku ji sala 2002’an heta niha AKP bernameya aborî pêk tîne û bi giştî tê armanckirin ku kêmasiyên di warê  cemaweriyê de çareser bikin û got ji destpêka 2018’an şûnde xetimandinek cidî derdikeve holê. 
 
Guneşê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Li aliyekî enflasyon û dovîz zêde dibe û li aliyeê din jî lirayê tirk nirx winda dike.  Di sektora înşatê de xetimandinek cidî tê jiyîn. Esnaf jî wê di rojên pêş de zêdetir bi bandor bibin.Ji ber enflasyonê nirxa pereyê bêrika welatiyan wê bikeve. Nîşaneyên aborî tevî hemû mudaxaleyan nîşan dide ku rewş ne başe. Gelek şîrketan ji bo krediyên wan ji nûve bên sererastkirin serî li bankayan dane. Mezinbûn wê li gorî sala borî biçûk bimîne. Mînak sala pêş Tirkiye divê nêzî 100 mîlyar dolarî pere bibîne.” 
 
Guneşê bi lêv kir ku gotina AKP’ê ya ‘Îstîkrarê’ dereweke mezin e û got ev di pêşerojê de dikare bandorê li ser tercîhên dengan bike û ji ber vê biryara hilbijartina zû hatiye girtin û Tirkiye ketiye du mehên pir krîtîk.