'Îtîfaka AKP-MHP'ê êdî nikarin Tirkiyeyê rêve bibin'

  • 15:44 22 Nîsan 2018
  • Ramyarî
STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, ya  ku di Cîvîna Giştî ya Meclisê de axivî got; "Îtîfaka AKP-MHP'ê êdî nikarin Tirkiyeyê rêve bibin û îtîfak li ber hilweşînê ye."
 
Kongreya Demokratîka Gelan (HDK) Civîna xwe ya serdema 8'emîn a Giştî ya Meclisê ya 3'emîn li avahiya xwe ya giştî ya li Beyogluya Stenbolê pêk anîn.  Li salona civîn lê hat lidarixistin pankarta li ser wêneyê Hevberdevkê HDK'ê yê girtî Onur Hamzaoglu hebû hat daliqandin û pankarata bi nivîsa "Ji hevberdevkê me Onur Hamzaoglu re azadî" hat daliqandin. Piştî hilbijartina dîwanê  Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît axafitna vekirinê kir. 
 
'Vegera gelê Efrînê bi destê çeteyan tê astengkirin'
 
Gulîstan, ewil siyasetmedarên girtî silav kir û ew bibir anîn. Gulîstan, diyar kir ku piştî li Îngîlîstanê ajanê Rûs hat kuştin û şûnde şerê sar dest pê kir û wiha got: "DYA Fransa û Îngilistanê bi îdîaya li Sûriye çekên kîmyewi hatine bi karanîn êrîşî Sûriye kir. Bi vê yekê peyamê didin Rûsya û ÎRanê ku ew li wir in. Tirkiye li ser nakokiya DYA û Rûsya li dijî Efrînê operasyon pêk anî. Beriya wê ket Cerablus û Babê. Tirkiye van nakokiyan baş bikar tîne. Lê îro Tirkiye ji ber diplomaya navneteweyî ketiye nava çalê. Dema ku Şerê li Sûriye dest pê kir, tirkiye vîna gelê Sûriye esas girtibûya îro nediket vî halî. Ger ku azadî û wekheviya  gelên Sûriye esas girtibûya îro gelê Efrin nediket vê rewşê û mahkûmî jiyana kampan nedibû. Dema OSO ku wekî Kuvay-î Milliye hat naskirin ket Efrînê hemû rastiya wê hat dîtin. Çeteyên ku îro li Îdlib û Cerablusê bi cih bûne hem jî çeteyên ku ji Guta û Duma derdixin wan tînin li Efrinê bi cih dikin. Dixwazin Efrînê bikin hêlîna çeteyan. Vegera gelê Efrînê bi destê çeteyên OSO tê asteng kirin. 
 
'Ev tifaq li ber hilweşînê ye' 
 
Gulîstan, bal kişand ser hilbijartina 24'ê hezîranê û wiha got: "Tifaqa AKP-MHP nikare mehek din welat bi rêve bibe. Hemî tifaqên hatin avakirin li ser hîleyan hatin avakirin û hildiweşin. Êdî propaganda li dijî kurdan bi dawî dibe. AKP-MHP ku bi şer xwe li ser piyan hişt, şer ew têk bir. Ji ber vê yekê biryara hilbijartina Zordest a 24'ê Hezîranê girt. Ger bawer kiribûna dê bi ser bikevin dê OHAL rakira û KHK bi dawî kiribûna. Li welat OHAL heye, lê li Kurdistanê Rêveberiya Awarte heye. Li gelek herêman "Herêma Ewlehiya TAybet" hatiye îlankirin. Dê li Kurdistanê sindoq çawa bên danîn. Ewlehiya Sindoqan dê li kurdistanê çawa bên parastin?. Em dê hem xwe ji bo hilbijartinê û hem jî piştî hilbijartinê xebatên xwe yên rêxistinê berdewam bikin." 
 
Piştî axafitna Gulîstanê Nameya Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu  ku ji Girtîgeha  Sîncanê şand hat xwendin.