Nesrîn Nas: Divê muxalefet bi namzetê hevpar her tiştî xera bike

  • 10:43 22 Nîsan 2018
  • Ramyarî
STENBOL - Seroka berê ya ANAP’ê û aborînas Nesrîn Nas, diyar kir ku tabloya aborî nîşan dide ku AKP heta 2019’an nikare berdewam bike û got ji bo hilbijêrên kurd ji sindoqan dur bigire wê serî li gelek riyan bide û got: “Divê muxalefet bi hev re bixebite û modelek namzetên hevpar dayne holê. Wisa derkevin wê her tiştî serobino bikin.” 
 
Seroka berê ya ANAP’ê û aborînas Nesrîn Nas biryara hilbijartinên zû nirxand û got ji bo Tirkiye ji karasetê vegere, peywirek mezin dikeve ser milê muxalefetê û bang li hemû aliyên muxalîf kir ku jiberê xera bikin. Nesrînê diyar kir ku tu desthilatdarî di van şert û mercan de nikare welat bi rêve bibe û wiha got: “Ji ber vê min hilbijartin dipa. Lê ne hilbijartinek serdegirtî. Ev hilbijartin zû ye. Ji xwe tabloyên aborî nîşan dide ku AKP heta 2019’an nikare berdewam bike. Ev tablo wê dengên AKP’ê kêm bike. Li gorî daneyên şîrketek lêkolînê dengên tifaqan ji sedî 43’an derbas nake. Min hilbijartina zû di meha mijdarê de dipa.”
 
 ‘Ji bo Kurdan ji sindoqan dur bigirin wê her tiştî bikin’ 
 
Nesrînê daxuyakirin ku Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş xewna bi tirs ya desthilatdariyê bû û ji ber vê deshilatdarî ji bo dengên HDP û Selahattîn Demîrtaş bibire wê serî li her rêyê bide. Her wiha Nesrînê destnîşan kir ku ê ji bo kurdan ji ser sindoqan dur bigirin her tiştî bikin.
 
‘Divê stratejiyeke teqez em qezenc bikin danin holê’
 
Nesrînê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku muxalefeta Tirkiyeyê divê stratejiya ‘em ê teqez qezenc bikin’ daynin holê û ji bo vê jî fikra hevpar pêwist e.
 
 Nesrînê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Ji bo ev fikr derkeve holê divê dest ji hînbûnên berê bê berdan. Ancax bi vî awayî hêvî dikare derkeve holê. Divê muxalefet bi hev re bixebite û modelek namzetên hevpar dayne holê. Wisa derkevin wê her tiştî serobino bikin. Divê namzetên xîtabê hemû aliyan dike derkevin holê.”